Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev rewşa li herêmê gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev qebûl kir.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maksim Rubin jî beşdarî hevdîtinê bû.
Di civînê de rewşa siyasî û rûdanên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Pesnê helwesta Herêma Kurdistanê hat dayîn
Balyozê Rûsyayê yê Îraqê pesnê helwest û xwegirtina serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê da.
Wî balyozî ew helwesta li ser şer û aloziyên dawî yên herêmê bilind nirxand.
Her di wê hevdîtinê de li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat axaftin.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê
Têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Îraqê û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Her wiha tekezî li ser bipêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.



.jpg&w=3840&q=75)