Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Parastina Sivîl a Zaxoyê ragihand ku ji bo dîtina zarokekî 7 salî yê bi navê Mîran dest bi lêgerîneke berfireh kiriye.
Mîran pêncşema borî li Deriyê Sêmalkayê winda bûbû û guman heye ku di Çemê Dîcleyê de xeniqîbe.
Sibeha pêncşema borî, Gulistan Elî û her du zarokên xwe Mîranê 7 salî û Mîlaya 3 salî ji Rojavayê Kurdistanê vedigeriyan Herêma Kurdistanê.
Ew li Deriyê Sêmalkayê bûn.
Saet 10:00an Mîran ji nişka ve winda bû. Pişt re pêlavên wî li nêzîkî Çemê Dîcleyê hatin dîtin.
Tîmên noqavaniyê dest bi kar kir
Birêvebirê Parastina Sivîl a Zaxoyê Cemal Hesen ji Rûdawê re axivî behsa bûyer û xebatên tîman kir û got:
“Tîmên Parastina Sivîl a Zaxoyê û tîmên me yên noqavaniyê îro dest bi lêgerîneke berfireh kir."
Cemal Hesen diyar kir ku tîmên wan li xalên diyarkirî belav bûne û gihiştine cihê bûyerê.
Li ser cihê lêgerînê û hejmara tîman jî Muqedem Cemal Hesen wisa axivî:
"Em niha li wê xala sînorî digerin ku guman heye zarok jê ketibe nav avê. Niha tîmeke me ya noqavaniyê ku ji 6 kesan pêk tê, li cihê bûyerê dixebite."
Lêgerîn dê heta Bendava Mûsilê bidome
Wî efserî destnîşan kir ku lêgerîn ji wê xalê dest pê dike û dê bi dirêjahiya Çemê Dîcleyê heta paş Bendava Mûsilê berdewam bike.
Di qonaxa destpêkê de lêgerîn li ser qadeke 5 kîlometreyî tê kirin.
Birêvebirê Parastina Sivîl a Zaxoyê anî zimên ku heger ew negihîjin encamekê dê qada lêgerînê berfirehtir bikin û tîmên nû jî bişînin.
Bilindbûna asta avê astengiyan çêdike
Cemal Hesen li ser astengiyên li pêşiya tîman jî agahî dan û eşkere kir:
"Astengiya serekî bilindbûna asta avê û şêlûbûna wê ye. Ev yek jî karê tîmên me heta radeyekê zehmet dikin.
Derengagahdarkirina me jî bandoreke neyînî dike çimkî herikîna Çemê Dîcleyê bi hêz e û dibe ku term dûr xistibe."


