Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî got, “Çanda lêborînê bingeha bipêşketina Îraqê ye.”
Serok Mesûd Barzanî, îro navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê, Parêzgarê Bexdayê Etwan Etwanî û şanda pê re qebûl kirin.
Serok Mesûd Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo lidarxistina konferansa parêzgarên Îraqê ya li bajarê Hewlêrê ducare kir.
Berê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev konferans pêşniyar kiribû û Serok Barzanî ev gav wekî gaveke "girîng û erênî" bi nav kir.
Baregeha Barzanî derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.
Pesnê xebata gelê Kurdistanê hat dayîn
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Parêzgarê Bexdayê û şanda pê re ji bo gihîştina azadiyê pesnê xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê da."
Hat destnîşankirin ku şandeyê rola dîrokî ya Serok Barzanî bilind nirxandiye û wiha hat gotin:
"Şandeyê rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di wê xebata dûdirêj de û hewldanên wî yên ji bo pêkanîna aramî û vejandina Herêma Kurdistanê û rola wî ya di avakirina Îraqa nû de bilind nirxand."
Çanda lêborînê
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî qala têkoşîn, xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê yên di qonaxên cuda de kir.
Wî di heman demê de "lihevhatin, çanda lêborînê û tebayî wekî bingeha serekî ya ji bo bipêşketin û vejandina Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kirin."
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku her du aliyan "li ser ezmûna Herêma Kurdistanê ya di warê bipêşketinê de û hewldanên ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê û aramiyê yên li Bexdayê û parêzgehên din ên Îraqê nêrînên xwe parve kirin."



