Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê di doza ji nû ve darizandinê de, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 19 sal û 6 meh ceza li Şaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkanê birî.
Rûniştina 5an a doza Seroka berê ya Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkanê, îro li Dadgeha 9an a Cezayê Giran a Amedê hat kirin.
Ev doz piştî ku Dadgeha Bilind biryara berê ya dadgeha herêmî betal kiribû, careke din dihat dîtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Ayşe Gokkan bi rêya sîstema deng û reng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê beşdarî rûniştinê bû.
Wê parastina xwe bi Kurmancî kir û destnîşan kir ku ti çalakiyq wê ya ku bibe tawan nîne.
“Ez ji ber Kurdbûna xwe têm darizandin”
Siyasetmedara Kurd anî zimên ku ew ji ber Kurdbûna xwe tê darizandin û biland:
"Eger ez ji ber Kurdbûna xwe werim darizandin, naxwe divê hemû civak were darizandin.
Heta ku nasnameya miletê me neyê qebûlkirin, dê ev darizandin berdewam bikin.
Eger pêvajoya çareseriyê bi ser nekeve, em hemû Kurd dê careke din werin darizandin."
Daxwaza parêzeran hat redkirin
Parêzerên Ayşe Gokkanê bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ayşeyê û wan daxwaza beraet û berdanê kir.
Lê şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" bi giştî 19 sal û 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî.
Her wiha dadgehê biryar da ku rewşa wê ya girtîmayînê bidome.



