Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack got, " Serokê Amerîkayê Donald Trump rêzeke taybet nîşanî gelê Kurd, Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî dide."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeyeke Amerîkayê kir.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack serokatiya şandeyê dikir.
Di civînê de Nûnerê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê Joshua Harris û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert jî amade bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Tom Barrack daxuyaniyek da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê gotûbêj kir.
Peyama Donald Trump
Mesrûr Barzanî spasiya Amerîkayê kir ku bi berdewamî piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê û hevkariyê dike.
Her wiha wî bal kişand ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî yên di qadên cuda de.
Li aliyê din Tom Barrack pesnê bipêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê da.
Barrack anî zimên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rêzeke taybet nîşanî gelê Kurd, Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî dide.
Bazirganî û enerjî
Di civînê de girîngiya bipêşxistina pêwendiyên bazirganî yên di navbera Amerîkayê, Îraq û Herêma Kurdistanê de hat nirxandin.
Her du alî li ser wê yekê hev ra bûn ku divê şirketên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di qada enerjiyê de zêdetir bixebitin û beşdar bibin.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê piştgirî li hikûmeta nû ya federal a bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî bê kirin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev piştgirî ji bo bipêşketina aboriyê û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyên Îraqê bi awayekî wekhev û bêcudakarî pêwîst e.
Her wiha hat diyarkirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.
Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li ser aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.
Her du aliyan tekez kir ku divê di demeke nêzîk de dawî li xitimîna siyasî bê anîn.



