Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan ragihand ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde ya di navbera gelê Kurd û dewleta Tirkiyeyê de, kilîla sereke azadiya Abdullah Ocalan e.
Karayilan destnîşan kir ku heta gavên yasayî neyên avêtin, gerîla dev çekên xwe bernadin.
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di Stêrk TVyê de peyameke bi dîmen belav kir û tê de derbarê “pêvajoya çareseriyê, çekdanîn û rewşa herêmê” de nirxandinên kirin.
Karayilan bal kişand ser xebatên pêvajoya çareseriyê û nîqaşên derbarê statuya Abdullah Ocalan û got:
"Ev kar ne karekî ji rêzê ye, pêwîstî bi yasayeke bingehîn heye. Beriya her tiştî divê statuya Rêber Apo zelal bibe.
Ew dan û standinkarê sereke û mixatabê yekem ê doza Kurdan e.
Ji bo ku aştî çêbibe û biratiya gelan bi pêş bikeve, di rêza yekem de pêwîst e Rêber Apo azad bibe.
Biryara Kongreya me ya 12emîn jî ev e, ji bo çekdanînê divê ew bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe."
2 merc
Murat Karayilan mercê duyem ê aştiyê wekî "naskirina fermî ya Kurdan" pênase kir û anî zimên:
“Divê hebûna gelê Kurd bi nivîskî bikeve yasaya komarê. Niha di yasayên Tirkiyeyê de Kurd nînin.
Eger ev her du merc (azadiya Ocalan û naskirina yasayî ya Kurdan) pêk werin û 'yasaya entegrasyona demokratîk' derkeve, wê çaxê gerîla dê li ser vê raweste. Heta ku gavên yasayî neyên avêtin, gerîla dev ji çekan bernadin."
Karayilan destnîşan kir ku wan di paradîgmaya xwe de guhertinên ji bo çareseriyê kirine lê dewlet hîn jî bi zîhniyeta "înkar û îmhayê" tevdigere û got:
"Divê dewlet êdî gelê Kurd wekî xetere û dijmin nebîne. Heta ku ev zîhniyet neguhere, çareserî zehmet e.
Rêber Apo niha li Îmraliyê ji bo ku Kurdan bi yasayê bide qebûlkirin têkoşîneke stratejîk dimeşîne."
Hişyariya “Lozana duyem”
Murat Karayilan di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û hişyariya "Lozana Duyem" da û got:
"Dema mirov li her çar parçeyên Kurdistanê dinerin û bipêşveçûnên li herêmê dinirxîne ji xwe mirov dibîne ku dema em tê re derbas dibin ne demeke asayî, ji rêzê ye. Ev dem demeke awarte ye. Divê em vê bibînin.
Yanî ew pergala ku Kurdistan înkar kiriye niha di nîqaşê de ye. Guman heye ku bê guhertin. Baş e, bê guhertin dê cih bidin gelê Kurd an nedin? Ev ne diyar e.
Em dizanin gelek alî hene niha hewl didin di dîzayna nû de jî Lozan a duyem ferz bikin.
Va ye ji bo Lozana duyem çênebe, ji bo gelê Kurd li ser vê axê weke mafê xwe yê xwezayî bi azad bijî, cihê xwe bigire, divê em bi şêwazekî awarte nêzîk bibin."
Karayilan xwest ku Kurd teqez "Yekîtiya Neteweyî" ava bikin û li pey çû:
“Gelek alî hene dixwazin Lozana duyem li ser me ferz bikin. Ji bo rêlgirtina li vê yekê, divê stratejiyeke Kurdan a hevbeş hebe.
Divê Kurd li hemberî hev çekê bi kar neyînin û sîxuriyê nekin. Di vê serdemê de ku qedera gelê Kurd diyar dibe, berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê me hemûyan e."



