Hewlêr (Rûdaw) - Ebdulmuheymin Barzanî bi nûnertiya Serok Mesûd Barzanî, ji bo derbirîna hevxemiya xwe ya ji bo koça dawî ya hevkarê me Helkewt Ezîz, li Hewlêrê beşdarî şîna wî bû.
Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz roja duşemê di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.
Rojên yekem û duyem ên şîna wî li Kerkûkê bûn û îro roja sêyem a şîna wî ye û li Hewlêr û Bexdayê hat danîn.
Candana Helkewt Ezîz li Kurdistanê û li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin çêkir.
Her kesî ji bo wefata nûçegihanê Rûdawê sersaxî û hevxemiya xwe nîşan da.
Roja duşemê Helkewt Ezîz bi tîma xwe re ber bi parêzgeha Besreyê ve diçû lê belê li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de û li parêzgeha Dîwaniyeyê qezayeke giran a trafîkê kir û ji ber wê qezayê canê xwe ji dest da.
Helkewt Ezîz sala 1989an li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûbû.
Malbata wî ku bi eslê xwe ji Kerkûkê ye, di salên 80yî de ji aliyê rejîma Beasê ve hatibû koçberkirin.
Ew derçûyê Beşa Şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Ciwan a Kerkûkê bû.
Di 10 salên borî yên jiyana xwe ya pîşeyî de, destpêkê li Kerkûkê ji bo çend kanalên navxwe û asmanî xebitîbû.
Pişt re bû nûçegihan û paşê jî bû Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê.
Ev rojnameger bi rûmalên xwe yên wêrek ên meydanî yên li Bexda û navçeyên din ên Îraqê dihat naskirin.
Ji karên wî yên herî diyar, rûmalkirina berfireh a xwenîşandanên Besreyê yên sala 2018an bû.
Her wiha amadekirina rapora wî ya bibandor a li ser dîtina 76 rûfatên Kurdên Enfalkirî yên li çolên Semawayê ya Tîrmeha 2019an û pişt re jî rûmala berdewam a rûdanên siyasî û aborî yên Îraqê ji karên wî yên sereke bûn.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)