Hewlêr (Rûdaw) - Di teşkîlata Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Kilîsa Bakurê Kurdistanê de guherîn hatin kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semih Yalçin eşkere kir ku teşkîlata partiya wan a li Kilîsê hatiye fesixkirin.
Semih Yalçin da zanîn ku li gorî xalên 52 û 54an ên rêziknameya partiyê, teşkîlata Kilîsê hatiye fesixkirin.
Yalçin destnîşan kir ku Ercan Akdemir wekî Serokê Bajarê Kilîsê yê MHPyê hatiye tayînkirin.
Semih Yalçin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Yalçin di daxuyaniya xwe de anî zimên ku li gorî xalên pêwendîdar ên rêziknameyê, teşkîlata MHPyê ya Kilîsê hatiye betalkirin.
"Serokê nû hat tayînkirin"
Yalçin di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
"Li gorî desthilata ku xalên 52 û 54an ên rêziknameya partiya me didin, teşkîlata Partiya Tevgera Neteweperest a Kilîsê hatiye fesixkirin.
Dîsa di çarçoveya desthilata heman xalan de, Ercan Akdemir wekî Serokê Bajarê Kilîsê yê Partiya Tevgera Neteweperest hatiye tayînkirin."



