Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Helkewt Ezîz îro li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû.
Piştî ku barhilgirek li otomobîla wî qelibîbû, ew bi giranî birîndar bûbû. Helkewt Ezîz piştî nîvroyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
"Em xwe hevparê xema wan dibînin"
Baregeha Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya rojnameger Helkewt Ezîz bihîst.
Em sersaxiyê ji malbat, kesûkar û nasên xwedêjêrazî Helkewt Ezîz û hemû rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê re dixwazin û em xwe hevparê xema wan dibînin.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê Helkewt bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan."



