Hewlêr (Rûdaw) - Gelek saz, dezgeh, kesayet û Kurdistaniyan hevxemiya ji bo Berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyamên sersaxiyê belav kirin.
Hevkarê me Helkewt Ezîz îro piştî ku li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de barhilgirekê li otomobîla wî dabû û bi giranî birîndar bûbû piştî nîvroyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
“Xizmeteke zêde li qada medyayê kir”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pesnê xebatên Helkewt Ezîz da û wiha got:
"Ji ber koça dawî ya medyakar û berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê ya Bexdayê, xwedêjêrazî Helkewt Ezîz ku mixabin ji ber qezayeke diltezîn a trafîkê canê xwe ji dest da, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevkarên wî re dixwazim.
Xwedêjêrazî Helkewt Ezîz, nûçegihanekî jêhatî, dilsoz û çalak bû ku xizmeteke zêde li qada medyayê kir.
Ez ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku giyanê wî bi dilovanî û mihrîbaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan."
"Ez hevparê xema wan im"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de xembariya xwe anî zimên û sersaxî ji malbat û hevalkarên Helkewt Ezîz re xwest.
Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
"Bi mixabiniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya rojnameger, nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz bihîst.
Ez sersaxiyê ji hevkar, kesûkar û malbata wî ya birêz re dixwazim û ez hevparê xema wan im.
Xwedayê mezin cihê wî bike bihuşt û sebir û aramiyê bide hemûyan."
"Xwedê wî bi bihuştê şa bike"
Bafil Talebanî di peyama xwe de sersaxî da malbat, heval û hevkarên Helkewt Ezîz.
Serokê YNKyê sersaxî ji hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya Rûdawê re xwest û anî zimên ku ew xemgîniya wan parve dikin.
Bafil Celal Talebanî di dawiya peyama xwe de ji Xwedê xwest ku ruhê Helkewt Ezîz bi bihuştê şa bike.
Her wiha wî hêvî kir ku Xwedê sebir û aramiyê bide malbat û hemû mirovên wî.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Helkewt Ezîz, îro di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.
Baregeha Serok Barzanî: Em hevxemên malbata Helkewt Ezîz in
Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Baregeha Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya rojnameger Helkewt Ezîz bihîst.
Em sersaxiyê ji malbat, kesûkar û nasên xwedêjêrazî Helkewt Ezîz û hemû rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê re dixwazin û em xwe hevparê xema wan dibînin.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê Helkewt bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan."
"Hêvîdar im cihê wî bihişt be"
Birêvebirê Giştî yê Ajansa North Pressê Hoşeng Hesen, ji bo koça dawî Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê şand.
Hoşeng Hesen di peyama xwe de ku arasteyî Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û hemû karmendên Rûdawê kiriye, xemgîniya xwe anî zimên.
Wî di peyama xwe de destnîşan kir ku wan bi xemgîniyeke mezin nûçeya canjidestdana Helkewt Ezîz bihîstiye û got, "Hêvîdar im cihê wî bihişt be."
Birêvebirê Giştî yê Ajansa North Pressê ji Qamişloyê silavên xwe ji bo Hewlêrê şandin û wiha li pey çû:
"Ez sersaxiyê ji Rûdawê û malbata Helkewt re dixwazim, bi hêviya ku ev dawîn nûçeya xemgîn be ku em li ser ekrana we dibînin.
Ez ji Qamişloyê heta Hewlêrê silavên Kurdewarî ji bo we dişînim û careke din sersaxiyê ji bo te û hemû karmend û rojnamegerên Rûdawê dixwazim."
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ên Sûriyeyê sersaxî xwest
Komîteya Birêvebir a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ên li Sûriyeyê, ji bo koça dawî ya Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
“Me rojnamegerekî jêhatî winda kir"
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ên li Sûriyeyê di peyama xwe de xemgîniya xwe anî zimên û got:
"Me bi dilekî gelekî xemgîn û bi kovan nûçeya koça dawî ya medyakarê jîr û jêhatî Helkewt Ezîz bihîst.
Bi koça dawî ya vî medyakarê hêja, ne tenê Tora Medyayî ya Rûdawê, hemû gelê me û hemû medyakar û rojnamevanên Kurd kesayetiyekî hêja winda kir.
Me rojnamegerekî lêhatî, têgihiştî, mandûnenas û xemxurê gel û welêt winda kir."
Yekîtiyê destnîşan kir ku ew hevxemiya xwe bi Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata wî re parve dikin û wiha li pey çû:
"Em wekî Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ên li Sûriyeyê xwe hevbeş û hemparê êş û xema we dibînin.
Silav li giyanê pak ê Helkewt Ezîz, bila giyanê wî şad û cihê wî bihişta rengîn be.
Serê we û serê hemû medyakar û rojnamevanên seranserê Kurdistanê sax be."
Jiyan û karê wî
Helkewt Ezîz ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bû.
Ew 1989an di koçberiyê de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye.
Wî dîplomaya xwe ya derhêneriyê ji beşa şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Bedew a Kerkûkê wergirtibû.
Ew nêzîkî 16 salan e di warê medyayê de dixebitî.
Beriya ku li Rûdawê bixebite, ew li Kerkûkê di çend kanalên navxweyî de xebitîbû.
Rûmalên wî yên bibandor
Helkewt Ezîz bi berdewamî bi hevalkarên xwe yên li nivîsgeha Bexdayê re, rûmala rûdanên Îraqê û jiyana xelkê dikir.
Wî meha Hezîrana 2018an rûmaleke berfireh a xwenîşandanên xelkê Besreyê kir.
Raporên wî yên vîdeoyî yên derbarê dîtina 76 termên Kurdên enfalkirî yên li çolên Semawayê de ku meha Tîrmeha 2019an hatibûn amadekirin, ji bo xelkê Kurdistanê gelekî dilhej bûn.
Bi taybetî çîroka wan zarokên ku di dema gulebarankirinê de bi tundî xwe bi hembêza dayîkên xwe ve zeliqandibûn.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber vê windahiya mezin sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên wî re û ji hemû bîner, guhdar û xwînerên xwe re dixwaze.



