Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê jinek di mala xwe de bi mirîtî hat dîtin ku dayîka 5 zarokan bû.
Li gorî nûçeya rojnameya Hakkari Il Sesiyê, H.Ç. û hevjînê wê L.Ç. li xaniyên AFETê yên li taxa Baglarê dijiyan lê xizmên wan ji doh ve agahî ji wan wernedigirtin.
Li ser vê yekê xizmên wan agahî da polîsan. Polîs piştî agahdarkirinê çûn herêmê û wan dest bi xebatên lêgerînê kir.
Di encama xebatan de dayîka 5 zarokan H.Ç.ya 45 salî li qata jêrzemînê ya avahiya ku mala wê lê ye, bi mirîtî hat dîtin.
Li ser mirina jinikê dest bi lêkolînê hat kirin lê belê heta niha ti agahî ji hevjînê wê L.Ç. nînin.
Lêpirsîn didome
Li cihê bûyerê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin wergirtin.
Her wiha hat zanîn ku polîs bi awayekî berfireh lêpirsîna xwe didomînin.
Xebatên polîsan ên ji bo dîtina L.Ç.yê ku tê gotin winda ye, didomin.
Sedema teqez a mirina H.Ç.yê dê piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê eşkere bibe.



.webp&w=3840&q=75)