Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku wan li gel Parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selame civînek kiriye û dê Kurdên ku koçber bûne vegerin Reqayê.
Wî diyar kir ku wan di civînê de li ser mekanîzmayekê li hev kiriye da ku ew malbatên Kurd ên ku ji ber bûyerên vê dawiyê koçber bûbûn vegerin Reqayê.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed û Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selame doh (7ê Hezîranê) li hev civiyabûn.
Wan di civînê de bal kişand ser bidawîanîna dosyeya wan malbatan û çareserkirina pirsgirêkên wan.
Hezar û 800 malbat vedigerin Reqayê
Parêzgarê Hisîçayê eşkere kir ku berpirsên ewlehiyê û nûnerên malbatên koçber jî di civînê de amade bûn.
Civîn li ser danîna mekanîzmayekê bû da ku hezar û 800 malbatên Kurd bi awayekî bi rûmet vegerin cihê xwe.
Ew malbatên Kurd beriya niha neçar mabûn ku ji malên xwe yên li Reqayê derkevin û berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî gotina Nûredîn Ehmed, hezar û 200 malbat ji wan çûbûn Kobaniyê û nêzîkî 600 malbatan jî çûbûn parêzgeha Hisîçayê.
Plana vegerê "gelekî nêzîk e"
Parêzgarê Hisîçayê derbarê dema vegerê ji Rûdawê re got:
"Xebatên ji bo peydakirina zemîneke guncav û misogerkirina vegereke ewle ya di paşerojeke nêzîk de didomin. Tê payîn ku veger di demeke nêzîk de be"
Parêzgar her wiha anî ziman ku desthilatdaran di vî warî de gavên baş avêtine û di vê çarçoveyê de kesên ku ketine malên Kurdan ji wan derdikevin û ji bo ewlehiya kesên ku vedigerin mayînên li gund û derdora wan tên paqijkirin.
Wî destnîşan kir ku ev mijar di vê qonaxê de yek ji karên wan ên herî pêşî ye.
Çarenivîsa mal û milkên koçberan
Parêzgar eşkere kir ku li hinek gundan "zerereke madî ya mezin" gihîştiye xaniyan û ew kesên ku zerer gihandiye xaniyan wekî "kesên ji qanûnê derketî" bi nav kirin.
Nûredîn Ehmed got ku ev dosye di civînê de hatiye gotûbêjkirin û hatiye lihevkirin ku li gorî derfetan alîkariya lojîstîk pêşkêşî hinek malbatên ku zerer dîtiye were kirin.
Maf dê li xwediyê xwe vegere
Wî eşkere kir ku dê hevahengî di navbera komîteya nûnerên koçberan û ofîsa parêzgar de were kirin da ku maf li xwediyê xwe vegere û got:
"Hemû milkên taybet dê bêyî ti mercan li xwediyên wan werin vegerandin."
Parêzgarê Hisîçayê ew civîn bi rengê "gelekî erênî" nirxand û ragihand ku hemû beşdaran amadehiya xwe nîşan daye ku piştgiriya pêwîst bidin.
“Armanca me...”
Nûredîn Ehmed li ser hewldanên xwe yên ji bo koçberan ev peyam da:
"Karên ji bo vegera hemû koçberan didomin. Ev kar bi wî rengî tê kirin ku her malbat yan jî takekes vegere cihê xwe.
Hemû asteng û zehmetî tên rakirin û rewşeke guncav ji bo hêsankirina vegera wan tê amadekirin.
Armanca me ew e ku hejmara koçberan bibe sifir."
.webp&w=3840&q=75)


