Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Kurdên Reqayê Cîhad Hesen ragihand ku nêzîkî 4 hezar malbatên Kurd ji Reqayê koçberî herêmên Kobanî û Cizîrê bûne.
Sedema vê koçberiyê gef, gotarên kîndar û destdanîna li ser mal û milkên wan e.
Cîhad Hesen destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û vegera Kurdan, li Reqayê komîteyeke hevbeş hatiye avakirin.
Berdevkê Komîteya Kurdên Reqayê Cîhad Hesen bû mêvanê bultena Rûdawê ya ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin.
Wî di bultenê de li ser rewşa Kurdên Reqayê yên koçberbûyî agahiyên girîng dan.
Nêzîkî 4 hezar malbat koçber in
Cîhad Hesen derbarê hejmara Kurdên koçber diyar kir ku hejmareke ji sedî sed di destê wan de nîne.
Lê li gorî daneyên wan nêzîkî hezar û 707 malbatên Kurdên Reqayê li navenda Kobanî û gundên derdora wê ne.
Her wiha bêhtirî 600 malbat jî li parêzgeha Hisîçayê dimînin.
Cîhad Hesen li ser vê yekê jî got, “Bi giştî derdora 3000 heta 4000 malbatî ji Reqayê derketine.
Hinek ji wan li cem xizmên xwe yên li gundên Kobaniyê ne, hinek ji wan xanî kirê kirine.
Lê hinek ji wan jî ji dema biharê ve û heta niha di dibistan û navendên vala de bi cih bûne.”
Wî bi bîr xist ku beriya şerê DAIŞê, di serjimêriya sala 2011-2012an de 60 hezar Kurd li Reqayê derdora hebûn.
Lê piştî şer û aloziyan piraniya wan berê xwe da Başûr û Bakurê Kurdistanê û herêmên din.
Dest bi ser malên Kurdan de tê danîn
Cîhad Hesen di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser sedemên koça dawî ya Kurdên Reqayê.
Wî diyar kir ku li dijî Kurdan "gotareke nefretê û diyardeya tolhildanê" derketiye holê û got:
"Îro bi sedan malbatên Kurd hene ku dest bi ser mal û milkên wan de hatine danîn.
Hêzên bi ser hikûmetê ve yan jî ji aliyê hin komên çekdar ên ji Girê Spî, Silûk û Eyn Îsayê ve dest danîne li ser van milkan.
Her wiha saziya bi navê 'Fona Serweriyê' jî dest daniye ser mal û milkên dewlemendên Kurd.
Yên ku karê Rêveberiya Xweser dikirin, niha di dadgehan de rûbirûyî dozên kesane û tolhildanê tên.
Bi dehan belge û peyamên dengî hene ku gefa kuştinê li ciwanên Kurd dixwin."
Ji bo vegera Kurdan komîteyek hat avakirin
Cîhad Hesen da zanîn ku ew li ser van pirsgirêkan bi Parêzgarê Reqayê re civiyane û daxwazên xwe pêşkêş kirine.
Cîhad Hesen anî ziman ku wan ji rayedaran xwestiye ku destdirêjiya li ser Kurdan bi dawî bibe.
Her wiha wan xwestiye ku girtiyên Kurd bên berdan û mal û milkên wan werin vegerandin.
Cîhad Hesen li ser encama civînê wiha got:
"Wan soz da ku dê rewş were guhertin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka mal û milkan û misogerkirina ewlehiyê, îro bi awayekî fermî komîteyeke ewlehî û sivîl li Reqayê hat avakirin.
Ev komîte dê bi nûnerên me yên li Cizîr û Kobaniyê û hêzên ewlehiya hundirîn re di nava hemahengiyê de be.
Bi vê yekê dê gav bi gav mafên xelkê werin vegerandin û zemîna vegera wan çêbibe."
"Pirsgirêka me ne bi eşîrên Ereb re ye"
Cîhad Hesen li ser pirsa Dilbixwîn Dara ya ku “Gelo mîna Efrînê Erebên hawirde dest danîne ser malên Kurdan yan na?”, rewş zelal kir û got:
"Em nikarin bêjin Erebên herêmê ev yek kirine. Xelkê Reqayê û eşîrên wan bi biratî û dostaniyê tên naskirin.
Yên ku dest danîne ser malên Kurdan, hin malbatên girêdayî komên çekdar û ew kes in ku xwe bi ser hikûmetê ve dihesibînin."


