Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Kurd Mihemed Rizaî li Sineyê ji aliyê hêzên Îranê ve hat desteserkirin ku bi parastina mafên zimanê Kurdî tê naskirin.
Li gorî komên mafên Kurdan, Mihemed Rizaî endamê Komeleya Çandî û Civakî ya Nûjînê ye.
Ew piştî ku bangî dadgehê hat kirin li Sîneyê hat desteserkirin.
Mihemed Rizaî bi eslê xwe ji bajarê Dêwlanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Wî bi îdiaya "propagandaya li dijî dewletê" salek cezayê girtîgehê xwaribû û ji ber vê yekê biryara girtina wî hatibû dayîn.
Nûjîn ji bo mafên ziman û çandê dixebite
Komeleya Çandî û Civakî ya Nûjînê nêzîkî 10 sal in bi destûra fermî kar dike.
Ew mafên zimanî û çandî yên Kurdên li Îranê diparêze.
Her çend destûra Îranê destûrê bide fêrkirina zimanên pêkhateyan jî perwerde bi Farsî ye.
Farsî li seranserê welêt û her wiha li parêzgeha Kurdistanê di dibistanên seretayî û navendî de wekî tekane zimanê perwerdeyê dimîne.
Berê jî hinek endamên din ên komeleyê rûbirûyî darizandin û cezayê girtîgehê bûbûn.
Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî û çalakvan Îdrîs Mênberî û Rêbwar Mênberî jî di nav de bûn.
Zara Mihemedî bi îdiaya "avakirina komîte û komeke li dijî aramî û ewlehiya pergalê" hatibû tawanbarkirin.
Wê Sibata 2021ê 5 sal cezayê girtîgehê xwaribû.
Zara Mihemedî Kanûna Paşîn a 2022yan dest bi kişandina cezayê xwe kir lê piştî salekê di çarçoveya efûya giştî de hat berdan.
Ji destpêka salê ve bi hezaran kes hatin desteserkirin
Desteserkirina Mihemed Rizaî rastî demeke wisa tê ku rayedarên Îranê zextên xwe yên berfireh didomin.
Meha Kanûna Paşîn xwenîşandanên li dijî hikûmetê çêbûbûn.
Piştre Amerîka û Îsraîlê dawiya meha sibatê li dijî Îranê dest bi şerê 6 hefteyan kiribû.
Tê gotin ku piştî van her du bûyeran, ji destpêka salê ve bi hezaran kes hatine desteserkirin.
Rêxistinên mafên mirovan hişyarî da ku rayedar dikarin piştî pevçûnan zextan zêde bikin.
Komên mafan demeke dirêj e Tehranê tohmetbar dikin.
Ew Tehranê bi wê yekê tawanbar dikin ku cezayê girtîgehê û bidarvekirinê ji bo tepeserkirina mixalefetê wekî amûrekê bi kar tîne û vê yekê bi taybetî li dijî Kurdan dike.
Pirtirî 6 hezar kesan girtî ne
Di bûyereke din de jî hêzên îstixbaratê yên Îranê li parêzgeha Kurdistanê bi awayekî hevwext bi ser malan de girt.
Di encamê de wan du birayên Kurd, çalakvanekî sivîl û xwendekarekî endezyariya komputerê desteser kirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Parîsê ye, li ser vê bûyerê daxuyaniyek da.
Torê diyar kir ku hêzên îstixbaratê li Kamyaranê hemwext bi ser malên Kejal Rehmanî û Danyal Rehmanî de girtiye.
Torê da zanîn ku hêzan bêyî biryara dadgehê ya lêgerînê ketine hundir û kesên desteserkirî birine cihên nediyar.
Li gorî Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, rayedarên Îranê ji destpêka şerê meha sibatê ve zêdetirî 6 hezar kes desteser kirine.
Di nav van desteserkiriyan de xwenîşander, rojnameger, çalakvan û welatiyên ji rêzê jî hene.
Agirbesta meha nîsanê dawî li şer û pevçûnên bi hefteyan anîbû.
Tê gotin ku piştî vê agirbestê desteserkirin zêdetir bûne.
Rayedar bi hezaran girtiyan bi parvekirina wêne û vîdeoyên hestiyar ên bi aliyên biyanî re tohmetbar dikin.
Di vê navberê de, Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye raporek belav kir.
Li gorî raporê, Îranê sala 2025an 2 hezar û 63 kes îdam kirine.
Ev hejmar di 30 salên dawî de hejmara herî zêde ya salane ye.
Ev yek di nav komên mafan de li ser zêdebûna zextên li dijî mixalefetê dibe sedema tirs û metirsiyên cidî.



