Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hem ji ber bihabûna mazotê hem jî ji ber berfê dest ji traktoran berda û zeviyên xwe bi ga û gêsinan cot dikin.
Li navçeya Miksê ya Wanê lîtreya mazotê derketiye nêzîkî 70 lîreyî.
Her wiha ji ber ku rêyên gundan 6 meh in ji ber berfê girtî ne, cotkaran traktor dan aliyekî û berê xwe da rêbazên berê.
"Em neçar man"
Tahsîn Hazirê ku nêzîkî 30 sal in cotkariyê dike, diyar kir ku ew ji ber mesrefên zêde neçar mane ku vegerin ser rêbazên bav û kalan.
Tahsîn Hazir bal kişand ser zehmetiyên xwe û got:
"Em cot dikin lê gelekî zehmet e. Em dê çi bikin? Mazot biha ye, hêza me nîne ku em bikirin.
Şeş meh in rêya me girtî ye, hûn halê me dibînin. Bi Xwedê em perîşan bûne. Havîn hat lê hîn jî rêya me girtî ye.
Ji sibehê heta êvarê karê me ev e. Ma tiştekî erzan ma? Em ji neçariyê vê dikin, kar û barê me nîne."
Cotkarê bi navê Hamît Hazir ê ku niha bi ga û gêsinan zeviya xwe cot dike jî wiha gazinên xwe anîn zimên:
"Em di sedsala 21ê de ne, hûn halê me dibînin. Heger hûn bipirsin, em diçin fezayê."


