Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdaxayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du wesayît li hev qelibîn.
Di encama vê qezayê de li gorî zanyariyên destpêkê 4 mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 35 VK 709an û pîkaba bi plakaya 38 ADF 386an li xaçerêyeke nêzîkî navenda navçeya Bazîdaxayê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Piştî pişkinîna li cihê qezayê der ket holê ku 4 kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne
Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin nexweşxaneya navçeyê û termên wan 4 kesan jî birin morgê.
Li aliyê din, cendirmeyan derbarê qezayê dest bi lêpirsînê kir.
Her wiha piştî qezayê ji ber ku rê li ber hat û çûnê hat girtin, rêzên dirêj ên otomobîlan çêbûn.

.webp&w=3840&q=75)

