Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) ji Rûdawê re ragihand ku pêvajoya tevlîbûna Asayîşê ya nav Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bi awayekî fermî dest pê kiriye.
Siyamend Efrîn diyar kir ku ew pêvajo îro bi hevdîtinan dest pê dike.
Li gorî agahiyên ku wî dane, 100 efserên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê dê tevlî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibin.
Ew efser dê bi heman pileyên xwe yên di Asayîşê de karê xwe bidomînin.
Siyamend Efrîn her wiha destnîşan kir ku nêzîkî 500 endamên Asayîşê yên Efrînê vê dawiyê vegeriyane herêmên xwe.
Ew dê wekî gavekê ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya bajêr tevlî Hêzên Ewlehiya Giştî yên li Efrînê bibin.
Plana vegerandina koçberan a li Serê Kaniyê
Siyamend Efrîn li ser planên vegerandina koçberan jî axivî.
Wî amaje pê kir ku ew ji bo amadekariya vegera xelkê çûye Serê Kaniyê.
Li gorî gotina wî, mekanîzmayeke mîna ya Efrînê dê li Serê Kaniyê jî were pêkanîn.
Di vê çarçoveyê de dê komîteyên rakirina mayînan werin avakirin û lîsteyên kesên ku vedigerin werin amadekirin.
Siyamend Efrîn da zanîn ku dê lîsteya malbatên ku dixwazin vegerin were amadekirin û rewşa malên wan ên li bajar û gundên Serê Kaniyê were şopandin.
Li ser vê bingehê jî dê karwanên vegerê werin amadekirin.
Vegera Kurdên Reqayê
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê Hesekê da zanîn ku ew dê îro biçe Reqayê jî.
Ew dê ji bo vegerandina Kurdên Reqayê yên ku li Kobaniyê koçber in bi Parêzgarê Reqayê re hevdîtinekê bike.
Stasyona Avê ya Elokê dê dest bi kar bike
Siyamend Efrîn li ser xizmetguzariyan jî rawestiya û behsa Stasyona Avê ya Elokê kir.
Siyamend Efrîn eşkere kir ku dê ev stasyon ji 1ê Tîrmehê ve bi awayekî qismî dest bi berdana avê bike.
Stasyona Avê ya Elokê li nêzîkî Serê Kaniyê stasyoneke sereke ye û ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û Til Temirê dabîn dike.
Stasyon ji sala 2019an ve ji kar derketiye.
Ji wê rojê ve şêniyên bajarê Hesekê û derdora wê pêdiviya xwe ya avê bi tankeran dabîn dikin.



