Efrîn (Rûdaw) - Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di van rojan de bi qeyraneke giran a paqijiyê re rû bi rû ye.
Tevî ku kampanyaya paqijiyê didome jî ji ber kêmbûna karker, alav û otomobîlan gilêş li kolanan kom dibe.
Ev rewş metirsiyeke mezin li ser tenduristiya xelkê û bi taybetî jî li ser ya zarokan çêdike.
Baca 20 dolarî xelk bêzar kiriye
Meclisa Xwecihî ya Efrînê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê baca 20 dolarî li ser welatiyan ferz kiriye.
Lê belê ev biryar di nav xelkê bajêr û dikandaran de bûye sedema nerazîbûnê.
Ebdilqadir Rehal welatiyekî Helebê ye û ji ber hezkirina xwe ya ji bo Efrînê ev 15 sal in li wî bajarî dijî û dixebite.
Tevî ku Ebdilqadir bi nexweşiya penceşêra pişikê ketiye jî ew her roj deriyê dikana xwe vedike û hewl dide debara xwe bike.
Lê ev çend roj in dîmenê gilêş û bermahiyan wî gelekî aciz dike.
Ji bilî vê yekê, jê tê xwestin ku ew ji bo paqijiyê mehane 20 dolarî bide şaredariyê.
"Ev gilêş dê gelek nexweşiyan bi xwe re bîne"
Firoşyar Ebdilqadir Rehal li ser rewşa bajêr û kombûna gilêşê got:
“Rojane bêhneke gelekî genî tê. Heta du rojan çopê ranakin, li vir kom dibe û bêhn pê dikeve.
Li vir navenda tenduristiyê heye û gelek zarok li vê derdorê hene.
Her wiha koçber jî hatine û gelek zarokên wan hene. Ev çop dê gelek nexweşiyan bi xwe re bîne."
Kêmbûna karker û otomobîlan
Li Kolana Vêlatan a Efrînê karkerên paqijiyê heta roja înê jî bê navber dixebitin lê bermahî û gilêş dîsa jî li ser hev kom dibin.
Birêvebirê Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Meclisa Efrînê diyar kir ku wan ji ber kêmbûna karkeran û xirabûna otomobîlan 20 dolar ji welatiyan xwestiye da ku barê wan sivik bibe.
Birêvebirê Nivîsgeha Xizmetguzariyê Îbrahîm Elkurdî li ser pirsgirêkê ev agahî dan:
“Em karê xwe demjimêr 05:00ê sibehê dest pê dikin û heta 14:00ê paş nîvroyê didomînin.
Hinek caran kar heta demjimêr 17:00ê êvarî dirêj dibe, ev jî bi kombûna çopa li kolanan ve girêdayî ye.
Em karê xwe demjimêr 05:00an dest pê dikin lê mixabin piştî nîv demjimêrê dîsa çop kom dibe û hemû çopdank tije dibin.
Ev jî ji ber ku welatî pêbendî dema avêtina çopê nabin.”
Meaşê karkeran di bin 100 dolaran de ye
Li Efrînê kampanyaya paqijkirinê 3yê Nîsana 2026an dest pê kir û hîn jî berdewam dike.
Lê ji ber kêmbûna karker û otomobîlan kampanya bi lawazî bi rê ve diçe.
Her wiha meaşên mehane yên karker, ajokar û karmendên birêveberiyê ji 96 dolaran ne zêdetir e.


