کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Bafil Talebanî: Îraq di şerê Amerîka û Îranê de windaker û serkeftiyê herî mezin e

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran06-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Efrînê krîza paqijiyê: Bac tê standin lê kolan di bin gilêşê de ne
Kurdistan06-06-2026

Li Efrînê krîza paqijiyê: Bac tê standin lê kolan di bin gilêşê de ne

Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên ji bo zanîngehan dest pê kir
Kurdistan06-06-2026

Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên ji bo zanîngehan dest pê kir

Cebar Yawer: Divê PDK û YNK xwe ji hêzên çekdar vekişînin
Kurdistan06-06-2026

Cebar Yawer: Divê PDK û YNK xwe ji hêzên çekdar vekişînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Foruma Delphiyê ragihand ku di şerê Amerîka û Îranê de zerermend û serkeftiyê yekem û herî mezin Îraq e.

Bafil Talebanî her wiha anî zimên ku divê hemû komên çekdar bikevin bin kontrola hikûmeta Îraqê.

Bafil Talebanî beşdarî paneleke Foruma Aboriyê ya Delphiyê ya li Silêmaniyê bû.

Talebanî di panelê de behsa rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir.

Şerê Îranê û pêwîstiya bi sebir û aramiya îdareya Trump

Talebanî di destpêka panelê de amaje pê kir ku li herêmê gelek guherînên neyînî çêbûne lê eger alî ji asteke firehtir li pirsgirêkan binêrin, dibe ku rewş ber bi başiyê ve biçe.

Bafil Talebanî got, "Ji bo vê yekê pêwîstî bi aramiyê û dan û standineke cuda heye.

Heta ku mijarên zêdetir werin nava dan û standinan, dê derfetên lihevkirinê jî zêdetir bibin.

Gelo mirov dikare bêyî çareserkirina pirsgirêka Filîstînê bi Îsraîlê re aşt bibe?

Gelo mirov dikare bêyî çareserkirina pirsgirêka atomî di navbera Amerîka û Îranê de aştiyê pêk bîne?"

Serokê YNKyê hêvî kir ku îdareya Trump ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwediya "aramiya guncav" be û nekeve bin bandora aliyê sêyem yan yê çaremîn.

Bafil Talebanî rexne li guherîna tim û daîm a xetln sor ên Amerîkayê girt.

Wî da zanîn ku xetên sor ji "çekên atomî" bûne meyandin (dewlemendkirina uranyumê) û mûşek.

Talebanî ragihand, pêwîst e planeke zelal hebe da ku diyar be pirsgirêk çi ye û dê çawa çareser bibe.

650 sal şerê Roma û Farisan

Bafil Talebanî dîrok wekî waneya herî baş a ji bo şerê niha yê Amerîka û Îranê nîşan da û got:

"Roma û Farisan 650 salî bi hev re şer kir. Hûn dizanin çi çêbû? Ti serkeftî tunebûn. Romayiyan bi artêşa xwe ya bihêz her tim xwe berdidan nav Îranê.

Lê Farisan cografya û şerê darayî bi kar dianî û li benda wan disekinîn heta ku dema wan xelas dibû.

Li bendê disekinîn heta ku li Romayê aloziyên siyasî derkevin û di encumena rûspiyan de terorkirin çêbibe da ku rewşa Romayê têk biçe. Bi vî awayî, ev yek 650 salî dom kir."

Pêşkêşkar pirsî ka gelo niha jî heman peyam e? Talebanî di bersiva xwe de got: "Rast e, heman peyam e."

Rola Îraqê û pirsgirêka komên çekdar

Bafil Talebanî ji ber ku dewlet komên çekdar ên li Îraqê kontrol nake rexne girtin û wiha pê de çû:

"Em di vî şerî de bêalî nebûn. Me bêyî razîbûn û desthilata hikûmetê mûşek avêtin hemû welatên derdora xwe. Nabe ku rê bi vî tiştî were dayîn.

Eger em wekî hikûmet biryara ragihandina şer bidin, divê em rûbirûyî encamên wê jî bibin. Lê belê nabe ku komek bi awayekî yekalî li şûna me biryaran bide."

Bafil Talebanî hêvî kir ku Îraq jî mîna Pakistanê di navbera Tehran û Washingtonê de bibe navbeynkar. Çimkî li gorî wî "divabû ev karê Îraqê bûya."

Serokê YNKyê behsa mesrefên zêde yên şerên nehevseng ên nû kir û got:

"Tehran bi droneke 20 hezar dolarî, dijminên xwe neçar dike ku ji bo xistina wê bi milyonon dolaran mesref bikin."

Pêvajoya çareseriyê ya bi Tirkiyeyê re

Bafil Talebanî li ser pêvajoya çareseriyê ya bi Tirkiyeyê re jî axivî.

Talebanî ragihand ku li gorî nêrîna wî pêvajo dê bidome û bi ser bikeve.

Talebanî her wiha da zanîn ku du roj berê wî bi Balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê re hevdîtin kiriye.

Bafil Talebanî eşkere kiriye ku YNK amade ye di vê pêvajoyê de alîkariyê bide da ku hemû pêkhate bi awayekî wekhev û dadperwerane bên temsîlkirin.

Serokê YNKyê di dawiya panelê de peyamek da serkirdeyên navneteweyî, veberhêner û siyasetmedarên beşdar û got:

"Silêmanî yek ji bajarên herî dewlemend ên cîhanê ye. Werin û bibin beşek ji vê dewlemendiyê.

Dewlemendiya Silêmaniyê ne gaz û petrol e, bi rastî xelkê wê ye.

Ev şênî di warê xwendin û vînê de di asteke bilind de ne, pirzimanî ne û gelekî bi rûmet in."

Talebanî daxwaz ji hemû şirket û saziyan kir ku ji vê hêza mezin a mirovî sûdê wergirin.

Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran06-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Efrînê krîza paqijiyê: Bac tê standin lê kolan di bin gilêşê de ne
Kurdistan06-06-2026

Li Efrînê krîza paqijiyê: Bac tê standin lê kolan di bin gilêşê de ne

Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên ji bo zanîngehan dest pê kir
Kurdistan06-06-2026

Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên ji bo zanîngehan dest pê kir

Cebar Yawer: Divê PDK û YNK xwe ji hêzên çekdar vekişînin
Kurdistan06-06-2026

Cebar Yawer: Divê PDK û YNK xwe ji hêzên çekdar vekişînin

Pirsên