Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji Civata Giştî ya 24an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNKyê) re peyamek şand.
Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan.
Ocalan her wiha diyar kir ku divê Kurd pirsgirêkên di nav xwe de bi diyalog û dan û standinan çareser bikin.
Li aliyê din, Ocalan destnîşan kir ku divê Kurd rê nedin ku li dijî hev werin bikaranîn û wî xwest ku destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar werin parastin.
Naveroka peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêhvanên birûmet;
Berî her tiştî ez Civata Giştî ya 24an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim. Ez vê hevdîtina we ya bi wate û 27 saliya KNKyê pîroz dikim.
Min jî ji aliyê xwe ve ji bo avakirin û damezrandina KNKyê ked da û min piştgirî lê kir. Li zindanê be jî min li gorî derfetan xebata we şopand. Min dem bi dem pêşniyarên xwe ji we re şandin.
Her nîqaşa ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar a gelê Kurd tê kirin gelekî girîng e. Ev xebat di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî taybet in.
‘Kurd ji dînamîkên Rojhilata Navîn bûn yek’
Gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe re derbas dibe. Kurd bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tunekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatin hiştin. Tevî vê yekê jî Kurdan bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parast.
Wan şiyana xwe ya siyasî bi pêş xist. Ew bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilata Navîn.
Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilata Navîn bike ku Kurd tê de neyên hesibandin. Nabe ku vîna wan tune bê zanîn.
Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne. Berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog û xebata hevpar a di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye.
Yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne armanceke wisa ye ku tenê tevgerek yan partiyek bi tena serê xwe pêk bîne.
Ev yekîtî dikare bi keda hevpar a hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurdan ava bibe.
‘Divê em rê nedin ku Kurd li dijî hev bên bikaranîn’
Yekîtiya demokratîk a di navbera Kurdan de, ne redkirina cudahiyan e. Berevajî vê, ew civîna li ser zemîneke demokratîk a cudahiyan e.
Armanc ne yekdengî ye. Armanc ew e ku em di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bidin.
Divê em di mijarên sereke yên neteweyî de helwesteke hevpar bi pêş bixin. Divê em rê nedin ku Kurd li dijî hev bên bikaranîn.
Parastina destkeftiyên neteweyî ya bi hişmendiyeke hevpar divê di nav prensîbên bingehîn ên yekîtiyê de be.
Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh a diyalog û dan û standinan a di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e.
Rêya derbaskirina xeyidandin û veqetînên borî ne şer e. Rêya wê axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e.
Divê fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî wekî îfadeya saziyî ya vê pêwîstiyê bê dîtin.
‘Armanc ne parçekirin e, yekîtiya demokratîk e’
Li gel vê yekê, paşeroja gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî nîne. Ew di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye.
Nêrîna civaka demokratîk çareseriya aştiyane esas digire. Li gorî vê nêrînê divê pirsgirêk ne bi şer û tundûtûjiyê, bi siyaset, hiqûq û gotûbêjên demokratîk werin çareserkirin.
Ev nêrîn wekheviya gelan û demokrasiya herêmî diparêze. Her wiha rêxistinbûna azad û jiyana hevpar jî diparêze.
Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statuyê nîne. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bê avakirin.
Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne. Armanca wê ne şer e, jiyana hevpar e. Armanca wê ne parçekirin e, yekîtiya demokratîk e.
‘Divê em li ser bingeha azadiyê paşerojeke hevpar ava bikin’
Tişta ku îro pêwîstiya me pê heye rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz ê di navbera Kurdan de ye. Her wiha piştevaniya demokratîk a bi gelên Rojhilata Navîn re ye.
Divê em li ser bingeha azadiyê paşerojeke hevpar ava bikin. Ji ber vê yekê, divê Kurd lêgerîna xwe ya ji bo yekîtiya demokratîk mezin bikin.
Parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.
Bi van hest û ramanan ez civîna we careke din silav dikim. Ez hêvî dikim ku nîqaş û encamên wê xizmeta yekîtî û azadiyê bikin. Dê ev yek bibe alîkar ji bo paşeroja demokratîk a gelê me.
Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.”


