Hewlêr (Rûdaw) - Avakirina komelgehên niştecîkirinê bo Ereb û Tirkmenên hawîrde li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam e.
Komeleya bi navê `Beyaz Eller (Destên Spî)` yek ji wan e ku projeyên niştecîkirin, mizgeft û dibistanan ji bo Ereb û Tirkumenên hawîrde li herêma Efrînê cîbicî dike.
Ev proje ji aliyê Erebên Filistînê ku bi navê Filistîniyên 1948an tên naskirin hatiye fînanse kirin.
Komeleya `Destên Spî` projeyeke din jî li herêma Efrînê cîbicî dike û yek ji serpereştyarên projeyê hûrgiliyan derbarê wê projeyê de dide.
Serpereştyarê Projeyê, dibêje, “Ev proje di qonaxa yekem de ji 8 avahiyan pêk tê. Her avahiyek ji 3 qatan pêk tê, her qatek 4 şuqeyan li xwe digire, êdî avahî 12 şuqe ne. Her şûqeyek 50 m² ji odeyeke dê û bav, saloneke zarokan û mitbex û serşokê pêk tê.”
Elî Îso, Rêveberê Rêxistina Êzdîna, ji Rûdawê re ragihand, Komeleya Destên Spî bûye destê Dewleta Tirk ji bo jinavbirina nasnameya Kurdî û ya ola Êzidî li herêma Efrînê.
Di dema beşdarbûna di bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê de, Elî Îso behsa fînansekirina vê komeleyê kir.
Elî Îso, Rêveberê Êzdîna, dibêje, “Rêxistina `Destên Spî` bi vî karî radibe. Ev rêxistin ji aliyê 45 rêxistinên navdewletî ve alîkariya aborî werdgire. Mixabin yek ji van rêxistinan Netewên Yekbûyî (NY) ye ku alîkariyê dide. Ji salke piştî dagirkirina Efrînê 6 milyon û 710 dolar tenê NYê daye vê rêxistinê. Vê rêxistinê 2020an 7 milyon û 213 hezar dolar ji NYê wergirtin.”
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo Hevahengiya Karûbarên Mirovî OCHA jî, di raporta xwe ya alîkariyên mirovî bo Sûriyê di sala 2019ê de, hûrgiliyên alîkariyên xwe yên diravî ji bo Komeleya Destên Spî (Beyaz Eller) belav kirine.
Komeleya Destên Spî li ser hesaba xwe ya Facebookê belav kiriye ku dê li gundê Etmana yê ser bi nahiyeya Raco ya Efrînê jî mizgeftek ava bikin.
Projeyên avakirina yekeyên niştecîbûn ji bo Ereb û Tirkumenên hawirde li dehan gund û bajarokên Efrînê tên cîbicîkirin.
Çavdêr û şopînerên rewşa Efrînê diyar dikin ku piştî des mal, milk û zeviyên nişteciyên resen, niha gund û komelgehên niştecîbûn di nav gund û bajarokên resen de tên avakirin. Ev yek jî metirsiya guhertina demografîk a bingehîn dike rastiyeke li ber çav.


