Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê, malbata Yuce ku di bin mercên dijawr de jiyana xwe ya rojane berdewam dike, li ser medyaya civakî bi vîdeoyekê daxwaza alîkariyê kir, lê ew bû çend meh kesî alîkariya wan nekiriye.
Li Taxa Çamlica ya Êlihê, Mehmet Şefîk Yuce yê 60 salî, ji ber nexweşiyên xwe yên wek dil, şekir û tansiyonê nikare di karên zehmet de kar bike. Yuce ku berî 3 salan niştergerî jê re hate kirin, niha ti karek wî nîne û bi zehmetî debara malbata xwe dike.
Hevjîna Mehmet Şefîk Yuce, Kezban Yuce ji Rûdawê re got: “Hevjînê min ji ber nexweşiyên xwe nikare kar bike. Di malbata me de ji bilî wî kesek din nîne bikare kar bike. Xaniyê me niha kirê ye û em neçarin her meh kireya xwe bidin. Ligel vê yekê fatûreyên av û elektirîkê hene û yekser em nikarin debara xwe bikin.”
Kezaban Yuce diyar kir ku ji bo ew, di debara malbata xwe de bibe alîkar, diçe paqijiya malan û wiha pê de çû: “Hevjînê min ji hevjîna xwe ya pêştir 6 zarok hene. Hewiya min wefat kir. Min jî zarokek heye. Malbata me bi giştî 9 kes in. Ji 7 zarokan 3 diçin dibistanê. Ji ber ku rewşa me xirab e, em daxwaza alîkariyê ji kesên xêrxwaz dikin.”
Yuce herwiha da zanîn ku wan xwest bi rêya vîdeoyekê hewara xwe bigihîne aliyên peywendîdar û kesên xêrxwaz, lê heta niha ti kes ji wan re nebûye alîkar û got: “Ne şaredariyê û ne jî walîtiyê ti alîkarî nedane. Me vîdeoya xwe ji bo hesabê medyaya civakî ya Walîtiya Şirnexê şand, wan jî ew vîdeo bo Walîtiya Êlihê şand. Li me geriyan û gotin em dê alîkariya we bikin, lê kes nehatiye ba me.”
Bi gotina Yuce, kurê wan ê mezin diçe pêlavan boyax dike, lê ew têra peydakirina nanê wan nake.
Di vîdeoya ku malbata Yuce belavkirî de, xuya dibe ku mala wan wêran bûye û keçekek jî dibêje: “Em ji kesên xêrxwaz û Serokomar daxwaza alîkariyê dikin. Ez bi pêlavek qetiyayî diçim dibistanê, lê şerm dikim.”


