Kerkûk (Rûdaw) – Serkirdeyekî DAIŞê ku hêzên ewlehiyê wî wek kesekî metirsîdar bi nav dikin, li taxa Rehîm Ava ya bajarê Kerkûkê hat girtin. Li gor agahiyan, wî serkirdeyê DAIŞê ku beşdarî di komkujiya serbazgeha Spiker a Iraqê de kiriye, li Kerkûkê xwe wek aware dabû nasandin.
Ew serkirdeyê DAIŞê duh Pêncşemê 16ê Nîsanê di operasyoneke hevbeş a hêzên ser bi Lîwaya 16 a artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê yên bajarê Kerkûkê de hatiye desteserkirin. Di wê operasyonê de hejmarek kesên gumanbar hatine desteserkirin ku ew serkirdeyê DAIŞê jî di nava wan kesan de bûye.
Welatiyekî Kerkûkê derbarê wî serkirdeyê DAIŞê dibêje: “Pêwîst e hêzên derbarî wî kesî d eewlehiyê lêkolînê bikin, daku bizanin kê ye, min zarokên wî yên biçûk dîtine li gel jinan, zilamekî wan her bi motorsîklêtê hatinûçûn dikir.”
Li gor zanyariyan, ew serkirdeyê DAIŞê xelkê parêzgeha Selahedînê ye û ew tevî birayekî xwe, 3 zarok û hevjîna xwe malek li taxa Rehîm Ava ya Kerkûkê kirê kirine. Herwiha ew pêştir akinciyê taxa Penca Elî ya Kerkûkê jî bûye.
Mixtarê taxa Rehîm Ava, Loqman Elî dibêje: “Navê wî li cem me nehatiye tomarkirin, pênc kes bûn û xelkê Selahedînê bûn, pirsê bi ten akin, mala vala hebe, bi kirê didin û lêkolînê nakin ka ew kes kê ye.”
Girtina wî serkirdeyê DAIŞê ji hêzên ewlehiyê re bûye çavkaniyekî giring ê zanyariyan û wî kesî heta niha îtiraf kiriye ku hejmarek komên ser bi rêxistina DAIŞê li sînorê Kerkûkê hene.
Cîgirê Rêvebirê Polîsê Kerkûkê, Lîwa Elî Muteşer dibêje: “Hêzên me amade ne bi berdewamî ji bolêgerîn û pişkinînê bo her cihekî û desteserkirina her kesî, ew kes lêkolîn bi wan re tên kirin û li girtîgehê dimînin li gor biryara dadwerî lêkolînê.”
Ew çend roj in, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ketine amadebaşiyê û hejmarek hêzên serbazî yên Polîsê Federalî bi wesayitên zirhî û çekên giran li nav bajêr hatine bicihkirin.


