کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li parzûngeheke Petrolê / Wêne: Arşîv

Li parzûngeheke Petrolê / Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Îraqê ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê kampanyayek da destpêkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran29-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Malikî: Dan û standinên Hewlêr û Bexdayê dê pirsgirêkan çareser bikin
ÎRAQ29-11-2026

Malikî: Dan û standinên Hewlêr û Bexdayê dê pirsgirêkan çareser bikin

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê
ÎRAQ28-11-2026

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin
ÎRAQ28-11-2026

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ragihand ku rijîna petrolê ya li 3 herêman ti pêwendiya wê bi qaçaxçîtiyê re nîne.

Selîm Rukabî eşkere kir ku beşek ji wê rijînê ji ber qulbûna boriyên kevn û rizyayî çêbûye.

Rukabî da zanîn ku ji bo nûkirina sîstemên pîvan û çavdêriyê yên xetên boriyan kampanyayek hatiye destpêkirin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Rûdawê re bersiva îdiayên qaçaxçîtiya li ser xetên boriyên petrolê da û tedbîrên nû yên wezaretê parve kirin.

Rukabî diyar kir ku rijîna petrolê ya li Qada Acîlê, Rojhilatê Bexdayê û Hasweya Babîlê ne qaçaxçîtî ye û got:

“Zebtnameyên lêpirsînê yên ku bi yekîneyên ewlehiyê û yekîneyên wezaretê re hatine îmzekirin jî ev rastî piştrast kiriye.”

Rewşa li Qada Acîlê xebata çêkirinê bû

Rukabî da zanîn ku bûyera li derdora Qada Acîlê ya li nêzîkî Rêzeçiyayên Hemrînê, rijînek bû ku di encama xebatên çêkirinê yên li ser xeteke boriyan a kevn û rizyayî de çêbûye.

Wî her wiha got ku ji bo paqijkirina bermahiyên ku li derdora xeta boriyan kom bûne xebat tên kirin.

Rukabî ragihand ku Wezareta Parastinê ya Îraqê jî bi daxuyaniyeke fermî piştrast kiriye ku ev ne qaçaxçîtî ye û xebata çêkirinê ye.

Rukabî anî zimên ku piraniya dîmen û bûyerên ku hatine belavkirin ji ber kevnbûn û rizîna wan boriyan in ku golên biçûk ên petrolê çêkirine.

Li gorî gotina Rukabî, piştî ku mîqdara petrola rijyayî hat texmînkirin, bi rêbazên teknîkî midaxele hat kirin û pirsgirêk hat çareserkirin.

Li Rojhilatê Bexdayê û Hasweyê destwerdanên kevn hatin tesbîtkirin

Rukabî rewşa li her 2 herêmên din jî zelal kir.

Wî da zanîn ku destwerdanên bêdestûr ên li ser xeta boriya petrola xav a ku ji Qada Rojhilatê Bexdayê heta Şirketa Petrolê ya Navîn diçe û yên li ser xeta boriya benzînê ya li herêma Hasweyê ya parêzgeha Babîlê kevn in û di bin erdê re hatine kişandin.

Rukabî ragihand ku ew destwerdan bi alîkariya yekîneyên ewlehiyê hatine eşkerekirin û yekser hatine çareserkirin.

Rukabî eşkere kir ku xwediyên erdên derdorê hatine girtin û karmendên ewlehiyê yên ku ji parastina herêmê berpirsyar in jî hatine desteserkirin.

Sîstemên pîvan û çavdêriyê tên nûkirin

Selîm Rukabî bal kişand ser pêvajoya nû ya ku wezaretê daye destpêkirin û got:

“Wezareta Petrolê ji bo rêlibergirtina her cure qaçaxçîtî û destwerdana bêdestûr a li ser tora xetên boriyan û dizîna petrola xav û berhemên petrolê, ji bo nûkirina hemû sîstemên pîvanê û amûrên çavdêriyê yên xetên boriyan kampanyayek daye destpêkirin.”

Rukabî tekez kir ku redkirina qaçaxçîtiyê ya li van sê herêman nayê wê wateyê ku berê yan jî di paşerojê de li cihên din destwerdanên bêdestûr tunin.

Wî diyar kir ku wan hemû yekîneyên wezaretê xistine rewşa amadehiyê û bi piştgiriya desthilata dadweriyê û Komîsyona Şefafiyetê li gorî Yasaya Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Petrola Xav dê cezayên giran li têkder û xemsaran bên birîn.

Nûçeyên Têkildar

Malikî: Dan û standinên Hewlêr û Bexdayê dê pirsgirêkan çareser bikin
ÎRAQ29-11-2026

Malikî: Dan û standinên Hewlêr û Bexdayê dê pirsgirêkan çareser bikin

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê
ÎRAQ28-11-2026

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin
ÎRAQ28-11-2026

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin

Pirsên