کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Elî Zeydî û Emmanuel Macron / Wêne: Arşîv

Elî Zeydî û Emmanuel Macron / Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin
ÎRAQ28-11-2026

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin

Sedredîn Qebançî: Divê li ser dosyeya qaçaxçîtiya petrolê lêpirsîna dadwerî bê kirin
ÎRAQ27-11-2026

Sedredîn Qebançî: Divê li ser dosyeya qaçaxçîtiya petrolê lêpirsîna dadwerî bê kirin

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn
ÎRAQ27-11-2026

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonê de "piştgiriya xwe ya ji bo reformên hikûmeta Îraqê nîşan da.”

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê axivîn.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro li ser naveroka axaftina Elî Zeydî û Emmanuel Macron daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Zeydî û Macron rewşa herêmê û bandora wê ya li ser ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî gotûbêj kir.

Pêwendiyên dualî yên Bexda û Parîsê

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan li ser pêwendiyên dualî yên navbera Îraq û Fransayê axivîn.

Wan her wiha derfetên bihêzkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de, bi taybetî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de nirxandin.

Hikûmet li ser reforman bi biryar e

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Elî Zeydî wiha gotiye:

"Hikûmet bi biryar e ku bicihanîna bernameyên xwe yên reformê bidomîne.

Di serî de jî têkoşîna li dijî gendeliyê, rêlibergirtina qaçaxçîtiyê û komkirina çekan di destê dewletê de ne.

Her wiha hikûmet dê reformên aborî jî bidomîne da ku aramiya darayî û aborî bihêz bibe û jîngeheke guncav ji bo veberhênanê pêk were."

Piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraqê

Her li gorî daxuyaniyê, Emmanuel Macron piştgiriya Fransayê ya ji bo hewlên hikûmeta Îraqê û bernameyên wê yên reformê nîşan da.

Macron tekez kir ku Fransa dixwaze pêwendiyên hevkariyê û şirîkatiya bi Îraqê re di hemû waran de bi pêş bixe.

Pirsên