کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokwezîrê Îraqê bi balyozên Yekîtiya Ewropayê re civiya / Wêne: Serokwezîriya Îraqê

Serokwezîrê Îraqê bi balyozên Yekîtiya Ewropayê re civiya / Wêne: Serokwezîriya Îraqê

ÎRAQ

Elî Zeydî: Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne û em dixwazin mafên wan dabîn bikin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin
ÎRAQ26-11-2026

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin
ÎRAQ25-11-2026

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di civîna li gel balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê de tekez kir ku biryarên Dadgeha Federal a Îraqê, berpirsyariya hikûmeta federal a di kontrolkirina sînorên navneteweyî û birêvebirina samanên petrolê de piştrast kiriye.

Elî Zeydî her wiha got, "Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne û em dixwazin mafên wan dabîn bikin."

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî li gel balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Îraqê civiya.

Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Îraq û Yekîtiya Ewropayê de, asoyên bipêşxistina hevkariya aborî û veberhênanê û rewşa herêmê û Îraqê hatin nirxandin.

"Em ji bo Îraqê nasnameyeke nû ya aborî ava dikin"

Li gorî daxuyaniya ofîsa wî, Zeydî got, "Hikûmet li ser avakirina nasnameyeke nû ya aborî ji bo Îraqê dixebite.

Ev nasname xwe dispêre çespandina aramiya ewlehî û siyasî û peydakirina jîngeheke balkêş a ji bo veberhênanê."

Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya dewletê dest bi rêkarên tund kiriye û anî zimên:

"Di rêbaza têkoşîna li dijî gendeliyê de ti bipaşveçûn nîne. Nabe li derveyî çarçoveya destûr û qanûnê ti çek hebe.

Her wiha ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê ya li seranserê Îraqê û parastina mafên destûrî yên hemû Îraqiyan rêkarên tund hatine wergirtin."

"Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne"

Elî Falih Zeydî li ser pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê got:

"Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne. Hikûmeta federal çawa ji bo hemû welatiyên parêzgehên din ên Îraqê dixebite, bi heman awayî jî dixwaze mafên Kurdan misoger bike û pêdiviyên jiyana wan dabîn bike."

Zeydî destnîşan kir ku biryarên Dadgeha Federal berpirsyariya hikûmeta navendî ya li ser sînoran diyar kirine û got:

"Biryarên Dadgeha Federal berpirsyariya hikûmeta federal a di kontrolkirina sînorên navneteweyî yên Îraqê de ya bi rêya hêzên ewlehiyê yên federal û artêşa Îraqê piştrast kiriye.

Her wiha li gorî destûrê, desthilatên federal berpirsê birêvebirina samanên petrolê ne."

Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo gavên hikûmetê

Serokwezîrê Îraqê di beşeke din a axaftina xwe de tekez kir ku armanca hikûmetê avakirina dewleteke bihêz a welatîbûnê ye ku li ser bingeha serweriya qanûnê, saziyan, hevsengiya di pêwendiyên derve de û wekheviya di maf û erkan de ava bibe.

Li gorî daxuyaniyê, balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Îraqê piştgiriya xwe ji bo hewl û rêkarên hikûmetê yên di warê têkoşîna li dijî gendeliyê û şopandina qaçaxçîtiyê de nîşan da.

Balyozan her wiha tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û şirîkatiya bi Îraqê re ya di qadên cuda de kir.

Pirsên