کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kampa Penaberan / Wêne: Arşîv

Kampa Penaberan / Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li stasyoneke elektrîkê ya Besreyê teqîn: Mirî û birîndar hene
ÎRAQ21-11-2026

Li stasyoneke elektrîkê ya Besreyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e
ÎRAQ20-11-2026

Trump: Elî Zeydî hevalê min e û kesekî bihêz e

Hêzên Îraqê ketin Curf Sexrê: Elî Zeydî peyamek da
ÎRAQ20-11-2026

Hêzên Îraqê ketin Curf Sexrê: Elî Zeydî peyamek da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku tîmên wan dest bi komkirina zanyariyan û wergirtina nêrîna wan malbatên koçber ên Curf Sexrê kiriye ku dixwazin vegerin cih û warên xwe.

Elî Ebas: "Zêdetirî 6 hezar malbatên wê herêmê li bajarên cuda yên Îraqê û Herêma Kurdistanê niştecih in."

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Tîmên me dest bi tomarkirina navên wan malbatan kiriye ku dixwazin vegerin Curf Sexrê lê vegera wan dê ne bi neçarî be.”

Koçberên Curf Sexrê li kû derê ne?

Li gorî Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in ku beşeke mezin a wan li Museyyib a parêzgeha Babilê dimînin.

Piştî wê jî koçberên herî zêde li sînorê parêzgeha Enbarê ne û hejmareke berbiçav a şêniyên herêmê jî berê xwe daye parêzgehên Nînowa, Bexda û Başûrê Kurdistanê.

“Veger dê qonax bi qonax be”

Elî Ebas da zanîn ku veger dê qonax bi qonax be û pêwîstiya wê bi hûrbîniya ewlehiyê û hevahengiya bi hêzên çekdar re heye.

Elî Ebas amaje bi wê yekê jî kir û got:

“Parastina herêmê û paqijkirina wê ji paşmayên şer dibe ku çend mehan biajo, lewma nikarin hemû malbatan bi carekê û bi lez vegerînin.”

10 salan di bin kontrola Ketîbeyên Hizbulahê de bû

Herêma Curf Sexrê ya li bakurê parêzgeha Babilê, sala 2014an ket destê DAIŞê û piştre dawiya heman salê hat kontrolkirin.

Lê belê 10 salan bi temamî di bin kontrola komên çekdar û bi taybetî Ketîbeyên Hizbulahê de ma û rê bi vegera welatiyan nedihat dayîn.

Roja înê 20ê Çiriya Paşîna 2026an, artêş û polîsên federal çûn nav qezayê û baregeheke nû ya fermandariyê vekir.

Pirsên