کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê / Wêne: Rûdaw

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê / Wêne: Rûdaw

ÎRAQ

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket

RÛDAW

RÛDAW

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê
ÎRAQ20-11-2026

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be
ÎRAQ19-11-2026

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar bû îro demjimêr 06:00ê sibehê hêzên ewlehiyê yên Îraqê biçin nav nahiyeya Curf Sexrê û cihê Ketîbeyên Hizbulahê bigirin lê çûna hêzan bi paş ket.

Li gorî agahiyên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya li Bexdayê, heta niha hêzên ewlehiyê li cihên xwe ne û neçûne nav Curf Sexrê.

Biryar e konferanseke rojnamegeriyê bê lidarxistin û hûrgiliyên çûna nav Curf Sexrê bên eşkerekirin.

Li gorî peymanê, hêzên polîs, Heşdî Şebî û artêşê dê biçin nav Curf Sexrê û li çend cihên Ketîbeyên Hizbulahê bi cih bibin.

Niha ew hêz li Baregeha Fermandariya Lîwaya 17an a Polîsê Federal in û ji bo ku ber bi Curf Sexrê ve bilivin li benda fermanê ne.

Plana bicihkirina hêzan li Curf Sexrê

Nahiyeya Curf Sexrê ya parêzgeha Babilê ya Îraqê di bin kontrola Ketîbeyên Hizbulahê de ye ku yek ji komên çekdar ên bi piştgiriya Îranê ye.

Beriya niha hatibû ragihandin ku dê roja înê (îro) hêzên Îraqê li vê herêmê bên bicihkirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan li ser pêşniyara Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihandibû ku ji bo avakirina baregeheke hevbeş a kontrolkirina Curf Sexrê fermana dîwanî hatiye derxistin.

Li gorî daxuyaniya Sebah Numan, ew baregeh dê ji her alî ve girêdayî Fermandariya Hêzên Polîsên Federal be.

Ketîbeyên Hizbulahê gef xwaribû

Beriya vê pêvajoyê, Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê yên Îraqê gef li wan hêzan xwaribû ku dixwazin biçin nahiyeya Curf Sexrê.

Wî her wiha peyameke tund dabû berpirsên li Herêma Kesk a Bexdayê û Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê li ser rewşa nahiyeya Curf Sexrê gotibû:

"Gelek xelkê me li Curf Nesrê bûye qurbanî û hatina ji bo Curf Nesrê dê di ser can û cesedê me re be."

Berdevkê Ketîbeyên Hizbulahê bal kişandibû ser kuştiyên koma xwe yên li wê herêmê û anîbû zimên:

"Em bi mêrxasî li hemberî zilmkarên berê û yên niha sekinîn. Me 200 şehîd û 850 birîndar dane."

Nûçeyên Têkildar

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê
ÎRAQ20-11-2026

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be
ÎRAQ19-11-2026

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

Pirsên