Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê piştî vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî hewl didin sûdê ji valahiyên ewlehiyê yên di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de wergirin.
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê ragihand ku çekdarên DAIŞê ji balafirên şer ên Îraqê natirsin.
Lê berpirsên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê tekez dikin ku hevahengiyeke xurt di navbera her du aliyan de heye û qada valahiya ewlehiyê hatiye tengkirin.
"DAIŞ tenê ji balafirên bêdeng ditirse"
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Mazin Xerîb îro ji Rûdawê re axivî û got:
"Liv û tevgera çekdarên DAIŞê li Daqûq û Hewêceyê zêde bûne û şêweya mefrezeyên wan jî hene."
Li gorî gotina wî parlamenterî, ev çekdar valahiya li herêmê ji bo xwe wekî derfetekê dibînin piştî ku hêzên biyanî vekişiyane.
Mazin Xerîb li ser rewşa balafiran jî got:
"Çekdarên DAIŞê tenê ji balafirên şer ên Amerîka û Fransayê ditirsiyan, çimkî ew balafir gelekî bilind difirin û bê deng in. Lê balafirên Îraqê nizm difirin û dengê wan heye, loma çekdar zû pê dihesin û xwe vedişêrin."
Wî parlamenterî her wiha da zanîn ku li navçeyên Sergeran, Daqûq û Xurmatûyê valahiyeke ewlehiyê ya bi dirêjahiya 170 kîlometreyan û firehiya 8 heta 10 kîlometreyan heye.
Bi gotina wî li wê herêmê geliyek heye û çekdar xwe li wê derê vedişêrin.
Li Hewêceyê êriş û pevçûn
Qaymeqamê Hewêceyê Sedûn Ehmed jî ji Rûdawê re axivî û got ku beriya sê rojan li gundê Burxiliyeyê di navbera hêzên ewlehiyê û DAIŞê de pevçûn derketiye lê niha rewş aramtir e.
Roja duşemê li heman gundî çekdaran êrişî xaleke kontrolê ya Polîsê Federal kiribû.
Di wê êrişê de polîsekî bi navê Bekir Macid Mihemed canê xwe ji dest dabû û sê endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûbûn.
Hevahengiya Pêşmerge û artêşa Îraqê
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Lîwa Ebdulsetar Zêbarî ji Rûdawê re got:
"Bi berdewamî pişkinîn ji bo wan navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye tê kirin. Niha nexşeya valahiya ewlehiyê hatiye guhertin û qada wê biçûk bûye, lewra ti metirsî nînin."
Ebdulsetar Zêbarî da zanîn ku hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê di nava amadehiyeke temam de ne û doh jî pişkinîneke berfireh li navçeyê hatiye kirin.
Her wiha Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê Lîwa Yehya Resûl ji Rûdawê re got:
"Tişta sala 2014an rû da, ne pêkan e ku ducare bibe. Niha pergaleke me ya bihêz a parastinê û balafirên bêfirokevan ên bipêşketî hene û ti metirsî li ser asayîşa neteweyî nînin."
Yehya Resûl destnîşan kir ku pêwendî û hevahengiya wan a bi hêzên Pêşmerge re di asta herî bilind de ye.


.webp&w=3840&q=75)
