Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên bilind ên leşkerî diyar kir ku Bexda hewldanên xwe yên bidestxistina pergalên bipêşketî yên parastina asmanî bilez dike.
Hat destnîşankirin ku Îraqê ji bo parastina asmanê xwe ku qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî di nav de ye planek amade kiriye.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ji Rûdawê re axivî.
Sebah Numan da zanîn ku Fermandariya Parastina Asmanî ji bo parastina serweriya asmanê Îraqê, rêlibergirtina êrişên neyekser û parastina navendên jiyanî û qadên petrolê hem li Herêma Kurdistanê hem jî li deverên din ên Îraqê planek amade kiriye.
Sebah Numan li ser vê yekê got, "Îro yekîneya Parastina Asmanî erkeke gelekî girîng bi cih tîne, ew xwedî plan û vîzyoneke temam e."
Gef û êriş zêde bûne
Ev gav, piştî derketina şerê di navbera Amerîka û Îranê yê dawiya meha sibatê de hat avêtin.
Ji ber ku dilgiraniyên li ser êriş û binpêkirinên li asmanê Îraqê zêde bûn.
Îraq û Herêma Kurdistanê, rû bi rûyî gefên êrişên dron û mûşekan ên Îranê û komên çekdar ên alîgirên Îranê dibin.
Van êrişan baregehên Amerîkayê, partiyên Kurdan û binesaziya enerjiyê kirin armanc.
Ji ber van êrişan gelek şirketên navneteweyî yên petrolê neçar man ku di dema şer de karên xwe rawestînin.
Plan pêşkêşî Serokwezîr hat kirin
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê Yehya Resûl ji Rûdawê re diyar kir ku wezaret ji bo kirîna pergalên bipêşketî yên parastina asmanî li ser peymanan dixebite û got:
"Wezareta Parastinê ji bo bidestxistina pergalên bipêşketî yên parastina asmanî bi awayekî aktîf li ser peymanan kar dike."
Her wiha Yehya Resûl da zanîn ku ev plan meha tebaxê ji aliyê Serokerkan ve pêşkêşî Serokwezîr Elî Zeydî hatiye kirin û got:
"Fermandarê Giştî ferman da ku dem were kêmkirin û ji welatên bi nav û deng û naskirî pergalên parastina asmanî yên pêbawer werin dabînkirin."
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî meha tebaxê wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi Fermandariya Parastina Asmanî re civiyabû.
Armanca civînê nirxandina planên xurtkirina kapasîteya parastina asmanî ya Îraqê û bilezkirina wergirtina pergalên bipêşketî bû.
Plana 6 salî daket 3 salan
Hikûmetê plana 6 salî ya ku ji bo bipêşxistina parastina asmanî ya Îraqê hatibû amadekirin daxist 3 salan.
Sebah Numan meha borî ji Rûdawê re dabû zanîn ku plana destpêkê salên 2026 û 2031ê li xwe digirt û gotibû:
"Fermandarê Giştî ji bo fînansekirina sektora parastina asmanî fermana avakirina foneke taybet daye.
Ev dem bêyî tawîzdayîna ji aliyên teknîkî û teknolojîk hatiye kêmkirin.”
Li gorî agahiyên ku Numan dane, di vê bernameya lezkirî de pergalên radarê yên menzîla navîn û dûr, hêzên mûşekan û pergalên bipêşketî yên kontrol û fermandariyê hene.
Herêma Kurdistanê jî dê sûdê wergire
Tê çaverêkirin ku Herêma Kurdistanê jî ji tora parastina asmanî ya plankirî sûdê wergire.
Her wiha tê armanckirin ku ev pergal binesaziya stratejîk a li seranserê welêt biparêze ku qadên petrolê û dezgehên din ên jiyanî jî di nav de ne.
Li gorî amarên ku Rûdawê, Îran û komên çekdar ên Îraqî yên ku Tehran piştgiriya wan dike û di bin sîwana Berxwedana Îslamî ya li Îraqê de tevdigerin, ji destpêka şer ve nêzîkî 1000 mûşek û dronan avêtine.
Ev gav di demekê de tê avêtin ku Bexda xwe ji bo vekişîna plankirî ya Koalîsyonî ya ji Îraqê amade dike.
Vekişîna Koalîsyonê dê hinek kapasîteyên heyî yên parastina asmanî ji holê rake.
Ev yek jî dê zextê li hikûmeta Îraqê zêde bike daku pergaleke serbixwe ji bo çavdêrî û parastina asmanê xwe bi pêş bixe.
Amerîka û Erebistana Siûdiyê dawiya meha tîrmehê li Bexda û hinek parêzgehên din ên Îraqê êrişî baregehên Heşdî Şebiyê yên alîgirên Îranê kiribû.
Heşdî Şebiyê dabû zanîn ku herî kêm 20 endamên wan hatine kuştin û 32 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din, Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kiribû ku wan "terorîstên alîgirên Îranê" kirine armanc.
CENTCOMê destnîşan kiribû ku ev kom ji aliyê Artêşa Pasdaran a Îranê ve hatine erkdarkirin da ku êrişî hêzên Amerîkayê û binesaziya enerjiya Siûdiyê bikin.



