Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya bi pêşengiya Amerîkayê heta 30ê Îlonê ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişe lê rayedarên NATOyê ragihand ku ji bo bidawîbûna mîsyona wan a li Îraqê salnameyeke diyar tune.
Rayedarê NATOyê ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo xelaskirina erkê wan ê li Îraqê dîrokeke diyar tune.
Wî rayedarî destnîşan kir ku xebatên wan bi temamî "li gorî pêdiviyan" berdewam dikin.
Heman rayedarî her wiha eşkere kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ya li herêmê, wan tîmên xwe ji meha Adarê ve "bi awayekî demkî" veguhastine Îtalyayê.
"Armanca me rêlibergirtina vegera DAIŞê ye"
Edîtorê Beşa Nûçeyên Navneteweyî ya Rûdawê Usame Mihemed li ser xebatên mîsyonê pirs ji rayedarê NATOyê kirin.
Rayedarê NATOyê di bersiva xwe de wiha got:
"Mîsyona NATOyê ya li Îraqê ne şerker e. Ev mîsyon bi temamî li ser şêwirîn û bipêşxistina şiyanên leşkerî ye.
Armanca me ew e ku em piştgiriyê bidin aramiya welat û alîkariya têkoşîna li dijî terorê bikin.
Ji bo ku DAIŞ careke din dernekeve holê, em alîkariya Îraqê dikin da ku saziyên ewlehiyê û hêzên leşkerî yên bibandor, şefaf û giştgir ava bike."
Heman rayedarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got ku ew bi awayekî çalak şêwirê didin rayedarên Wezareta Parastinê ya Îraqê, Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî û Fermandariya Polîsên Federal a Wezareta Karên Navxwe.
"Xebat li Napoliyê tên kirin"
Rayedar li ser navenda kar a mîsyonê ya niha ji Rûdawê got:
"Piştî ku ji ber mercên ewlehiyê mîsyona me cihê xwe bi awayekî demkî guherand, mîsyona NATOyê ya Îraqê ji 20ê Adarê ve karên xwe li Fermandariya Hêzên Hevbeş a li bajarê Napoliyê yê Îtalyayê dike."
Rayedar li ser pirsa ku ew dê çi qasî li Îraqê bimînin jî ev bersiv da:
"Ji bo mîsyona NATOyê ya li Îraqê salnameyeke diyar tune. Dema erkê me bi temamî li gorî pêdiviyan e.
Em dem bi dem lê dinêrin û li gorî bipêşketinên li qadê em ducare şêwe didinê."
Rayedar di dawiyê de destnîşan kir ku hemû çalakiyên mîsyona NATOyê li ser xwestek û erêkirina hikûmeta Îraqê ne.
Wî diyar kir ku ev kar di çarçoveya rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê de tên kirin.


.webp&w=3840&q=75)
