Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li Bexdayê ye û li wir got ku "Eniya Berxwedanê" ya li Îraq û herêmê li gorî berê xurttir bûye.
Wî amaje pê kir ku “Îran di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de bi ser ketiye.”
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf vê sibehê di destpêka serdana xwe ya Bexdayê de, çû cihê kuştina Fermandarê berê yê Supaya Qudsê ya Pasdaran Qasim Silêmanî û Alîkarê berê yê Serokê Heşdî Şebiyê Ebû Mehdî Muhendîs.
Mihemed Baqir Qalîbaf li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê û cihê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û ragihand:
"Ev cih di dîroka herêmê de semboleke girîng e û nîşana xalên hevpar ên gelên Îraq û Îranê ye."
"Eniya Berxwedanê ji berê xurttir bûye"
Serokê Parlamentoya Îranê behsa "xurtbûna" Eniya Berxwedanê ya li Îraq û herêmê kir û got:
"Kuştina Qasim Silêmanî li pêşiya xurtbûna Eniya Berxwedanê nebû asteng. Niha jî pêwîst e mirov tenê li rewşa herêmê binêre, hûn dizanin bê kî di şer de bi ser ketiye."
Armanca serdanê
Qalîbaf di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser armanca serdana xwe ya Bexdayê û eşkere kir ku serdana wî di çarçoveya bipêşxistina hevkariya di navbera hemû welatên herêmê de ye û diyar kir ku divê ev gav "bêyî desttêwerdana" welatên derve werin avêtin.
Serokê Parlamentoya Îranê da zanîn ku ew dê di serdana xwe de bi parlamenter, berpirsên hikûmeta Îraqê û kesayetiyên siyasî, çandî û aborî re bicive.



