Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Alî Falih Zeydî ji bo êrişa îro ya li ser Hewlêrê fermanek da û got, “Êrişkaran eşkere bikin.”
Zeydî biryar da ku ji bo eşkerekirina çavkanî û kesên ku êriş kirine komîteyeke lêpirsînê were avakirin.
Ev êriş berê sibeha îro li anvçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatibû kirin.
Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Birêvebirê Ajansa Parastinê bûbûn armanc.
Fermana Serokwezîrê Îraqê
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê îro li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Serokwezîrê Îraqê Alî Falih Zeydî ferman daye ku komîteyeke lêpirsînê were avakirin. Armanc eşkerekirina çavkanî û sedemên wê destdirêjiyê ye ku li Hewlêrê hatiye kirin e.
Ev destdirêjî li dijî Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Birêvebirê Ajansa Parastinê hat kirin."
"Divê encam di demeke nêzîk de werin eşkerekirin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser xalekê kiriye.
Zeydî xwestiye ku encamên lêpirsînan di demeke herî nêzîk de ji raya giştî re werin belavkirin.
Her wiha wî ferman daye ku divê hemû hûrgiliyên êrişê û aliyên li pişt wê bi awayekî zelal werin eşkerekirin.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



