Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn ku yek ji mercên sereke yên komên çekdar ên çekdanînê ew e ku divê hêzên Amerîkayê heta 30yê Îlonê bi temamî ji Îraqê vekişin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku hikûmeta Îraqê hewl dide diyalogê bi komên çekdar re deyne û xwe ji şer bide alî.
Li gorî agahiyan gotûbêjên di navbera wan de didomin.
Her wiha hat diyarkirin ku Ketîbeyên Seyîdulşuhedayê hinekî nermî nîşan daye lê bi giştî çend mercên van grûpan hene.
Çavkaniya ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîdulşuhedayê Ebû Ala Welaî ji bo çekdanîna koma xwe "heta radeyekê nermî nîşan daye."
Mercên komên çekdar
Çavkaniyê da zanîn ku bi giştî çend mercên grûpên çekdar hene û mercê wan ê herî diyar ew e ku divê hêzên Amerîkayê heta 30yê Îlonê bi temamî ji Îraqê vekişin.
Mercê din jî pesendkirina projeyasaya xizmet û malnişîniyê ya Heşdî Şebiyê ye.
Projeyasaya xizmet û xanenişîniyê ya Heşdî Şebiyê Tebaxa 2023yan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatibû pesendkirin û ji bo dengdanê ji parlamentoyê re hatibû şandin.
Lê ji ber nakokiyên li ser naveroka projeyasayê û gefên Amerîkayê, heta niha ev projeyasa nehatiye pesendkirin.
Armanca vê projeyasayê ew e ku kar û barên îdarî, darayî û yasayî yên endamên Desteya Heşdî Şebiyê werin rêkxistin.
Her wiha dixwaze mafên wan û mafên hêzên ewlehiyê yên din ên Îraqê yên wekî artêş û polîsan wekhev bike.
Tevlîbûna nav Heşdî Şebiyê
Li gorî gotina wê çavkaniya Rûdawê, koman daxwaz kiriye ku piştî çekdanînê wekî çekdarên takekesî tevlî nav refên Heşdî Şebiyê bibin.
Çavkaniyê qala wê yekê jî kir ku hikûmeta Îraqê dê bi vî mercê qayil bibe.
Çavkaniya ku haya wê ji gotûbêjên hikûmet û komên çekdar heye got:
"Îhtimaleke mezin heye ku her du alî beriya 30yê Îlonê bigihîjin lihevtêgihîştinekê. Lê belê destpêkirina pêvajoya pratîkî û çekdanîna koman dibe ku bikeve piştî meha Îlonê, çimkî pêwîstiya vê pêvajoyê bi demê heye."
Çek dê tenê di destê dewletê de bin
Mijara komkirina çekan di destê dewletê de yek ji xalên sereke yên bernameya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ye.
Wî çend caran anîbû zimên ku divê piştî 30yê Îlonê ti çek li derveyî yasayê nemînin.
Her wiha li gorî biryara Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku piraniya aliyên pêkhênerên hikûmetê tê de ne, piştî wê demê dê hebûna çekan a li derveyî dewletê li gorî yasaya têkoşîna li dijî terorê were cezakirin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî 11ê vê mehê bi Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê Xalid Ubeydî û endamên komîteyê re civiya.
Di civînê de Zeydî ferman da ku ji bo "sînordarkirina çekan di destê dewletê de" projeyasayek li gorî rêkarên destûrî were amadekirin.



