Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê dosyeya Ecacê ku wekî "Celadê Kurdan/Celadê Nugreselmanê" tê naskirin ragihand ku biryara îdamkirina wî ji bo pesendkirinê gihîştiye Serokatiya Komarê.
Parêzerê dosyeyê Eyad Kakeyî ji Rûdawê re eşkere kir ku Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê metna biryara dadgehê ya ji bo cezayê bidarvekirinê yê Ecac Tikrîtî ji Serokatiya Komarê re şandiye.
Eyad Kakeyî diyar kir ku biryar 29ê Hezîranê gihîştiye Serokatiya Komarê.
Cezayê îdamê yê Ecac Ehmed Herdan (Ecac Tikrîtî) 23yê Hezîrana 2026an ji aliyê desteya pêdeçûnê ya Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ve hatibû pesendkirin.
Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê 14ê Gulanê ev biryar dabû.
Pêvajoya bicihanîna cezayê îdamê
Eyad Kakeyî diyar kir ku ji bo bicihanîna cezayê îdamê yê Ecac, divê Serokkomar biryarê pesend bike.
Encumena Bilind a Dadweriyê piştî pesendkirinê biryarê dişîne Wezareta Dadê da ku were bicihanîn.
Ecac yek ji tawanbarên sereke yên Enfalê ye û wekî "Celadê Nugreselmanê" tê naskirin.
Ew di du lêpirsînan de li tawanên xwe yên li dijî Kurdên enfalkirî mikur hatibû.
Di nav tawanên wî de kuştin, destdirêjî û birçîhiştina enfalkiriyan hene.
"Serokkomar nikare biryarê red bike"
Parêzerê dosyeyê destnîşan kir ku li gorî yasayan, Serokkomar nikare cezayê îdamê red bike yan jî efûyê ji bo wî derxe.
Piştî ku biryar gihîşt Wezareta Dadê, dê roja bidarvekirina wî were diyarkirin.



