Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Tevgera Nucebayê ya ser bi komên Berxwedana Îslamî ya li Îraqê Ekrem Kaabî ragihand ku vebijêrka dîplomasiyê ya bi Erebistana Siûdî re bê encam e.
Wî banga wê yekê kir ku "bi mûşekan" bersiva êrişan bê dayîn.
Ekrem Kaabî, Erebistana Siûdî bi wê yekê tohmetbar kir ku li pişt komployên li dijî Îraq û gelê wê ye.
Kaabî îdia kir ku Erebistana Siûdî berê pereyê wan otomobîlên bombekirî dabû ku li Îraqê hatibûn bikaranîn.
Wî xwest ku "bersiveke leşkerî ya guncav" bidin êrişên li dijî baregehên Heşdî Şebiyê û got:
"Bersiva mûşekê tenê bi mûşekê û bersiva agir jî tenê bi agir tê dayîn."
"Pere nabe bedêla xwînê"
Serokê Nucebayê her wiha bertek nîşanî wan kesan da ku dibêjin bila ji bo qurbaniyên êrişan pere yan tezmînat bê wergirtin.
Wî anî zimên ku ti pereyek nabe bedêla xwîna şervanên Îraqî.
Êrişên 29ê Tîrmehê
Daxuyaniya Kaabî, piştî wan êrişan hat ku tê gotin sibeha 29ê Tîrmehê ji aliyê Amerîkayê û Erebistana Siûdî ve hatine kirin.
Di wan êrişan de li 6 parêzgehên Îraqê û li Kerkûkê hinek pêgehên Heşdî Şebiyê hatibûn armanckirin.
Di encamê de 18 endamên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Komên Berxwedana Îslamî yên nêzîkî Îranê, piştî êrişê 7ê Tebaxê wekî dema dawî diyar kiribû da ku hikûmeta Îraqê li dijî Amerîkayê û Erebistana Siûdî gavan biavêje.
Banga Hadî Amirî
Lê belê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedrê Hadî Amirî, 7ê Tebaxê bangî koman kir ku bersiva leşkerî bi paş bixin.
Amirî diyar kir ku ew dê mafên kuştî û birîndaran bi rêyên dîplomatîk bişopînin.
Li ser vê yekê Berxwedana Îslamî ragihand ku wan çalakiya bersivdayînê ya ku ji bo 7ê Tebaxê hatibû plankirin bi paş xistiye.
Hat destnîşankirin ku ev paşxistin ji ber banga Amirî û helwesta hinek serkirdeyên siyasî pêk hatiye.



.jpg&w=3840&q=75)