Hewlêr (Rûdaw) - Berxwedana Îslamî ya ku sîwana komên çekdar ên Îraqê ye ragihand ku wan biryara bersivdana êrişên asmanî yên Erebistana Siûdî û Amerîkayê rawestandiye.
Hat diyarkirin ku komê ev biryar bi desttêwerdana (midaxele) serkirdeyên siyasî yên bibandor ên welêt daye.
Di nava aloziyên leşkerî yên ku van rojên dawiyê li Îraqê zêde bûne de pêşhateyeke girîng çêbû.
Erebistana Siûdî û Amerîkayê êrişî baregehên Heşdî Şabiyê kiribû û hinek kes di wan êrişan de miribûn.
Piştî van êrişan Eniya Berxwedana Îslamî sonda tolhildanê xwaribû lê ew enî niha ji biryara xwe vegeriya.
Banga serkirdeyên siyasî bandor kir
Eniya Berxwedanê daxuyaniyeke fermî da û ragihand ku êrişên bersivdanê heta demeke nediyar hatine bipaşxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokê Rêxistina Bedrê Hadî Amirî û çend kesayetiyên din ên payebilind ên siyasî yên Îraqê ji bo "parastina aramiya welêt" bangek kiriye.
Hat destnîşankirin ku komê ev biryar li ser wê bangê daye.


.jpg&w=3840&q=75)
