Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li Bexdaya paytexta Îraqê bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî civîna xwe wekî "berhemdar" pênase kir û ragihand ku ew li ser rewşa welêt axivîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê ragihand ku wî bi Serokwezîrê Îraqê re civîneke berhemdar kiriye û wan di civînê de behsa rewşa welat û astengiyan kiriye.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku wan pêşhat û guherînên herêmî û navneteweyî û bandora wan a li ser Îraqê nirxandine.
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê û xebata hevbeş a ji bo Serokwezîrê Îraqê ducare kir û da zanîn ku ev piştgirî ji bo bicihanîna bernameya hikûmetê ye ku di xizmeta hemû pêkhateyan de be.
Her wiha ji bo bicihanîna sozên ku ji bo reformên aborî, dabînkirina aramî û bipêşketinê hatine dayîn e.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku armancên sereke yên hikûmetê dabînkirina ewlehî û aramiyê, xurtkirina bipêşketinê û başkirina asta xizmetguzariyan in.
Parastina serweriya welat
Serokê Herêma Kurdistanê got:
"Me tekezî li ser girîngiya yekxistina helwestan û xurtkirina hevahengiya di navbera saziyên cuda yên dewletê de kir."
Armanca vê yekê parastina welat a ji metirsiyan, parastina serwerî û aramiya welat û dabînkirina berjewendiyên bilind ên gelan e ku daxwazên wan ên ji bo paşerojeke ewle û bipêşketîtir bi cih bîne.
Ev civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê berî beşdariya wî ya di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de hat sazkirin.
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî li Îraqê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 5, 2026
💢 Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Bexdaya paytexta Îraqê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî kir pic.twitter.com/FT9neYXLht
.jpg&w=3840&q=75)


