Hewlêr (Rûdaw) - Gelek ziyaretkarên Şîe yên ji seranserê cîhanê diçin Kerbelayê.
Gelek ji wan ziyaretkaran di navbera Kerbela û Necefê de bi meşê hat û çûnê dikin.
Ew rojane ji bo 10 hezar ziyaretkaran xwarinê amade dikin.
Karwanekî xizmetguzariyê yê ji Erebistana Siûdiyê li Kerbelayê mehekê ji bo ziyaretkarên Çilê Îmam Hisên cihê razanê û xwarin û vexwarinê amade bikin.
"Em 15 sal in xizmetê dikin"
Serpereştê karwana ji Siûdiyê Yasir Fehdawî got, "Em Desteya Al Yasîn a ji navçeya Ehsayê ya Erebistana Siûdiyê ne. Ev 15 sal in em xizmeta ziyaretkarên Çilê Îmam Hisên dikin.
Cihê me yê razanê ji bo mêran û jinan heye ku têra 3 hezar kesan dike. Ev mêvanxaneya biçûk rojane xwarinê dide nêzîkî 10 hezar kesan."
Nêzîkî 8 hezar ziyaretkar ji Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Yemen û Behreynê çûne Kerbelayê.
Hinek ji wan xwediyê karwanên xwe ne û hinek din jî bi dayîna pereyan alîkariya karwanên Îraqî dikin.
"Ez du roj û nîvan meşiyam"
Welatiya ji Siûdiyê Xulûd Casimê got, "Ez bi rêya bejahî hatim. Ez ji Necefê du roj û nîvan bi peyatî meşiyam.
Min ji Xwedê xwest ku me ji tundrewiya olî dûr bixe û em hemû di nav aştî û aramiyê de bin. Îraq jî welatê min ê duyem e."
Ziyaretkarê ji Kuweytê Îsmaîl Hemdanî jî hestên xwe wisa anîn zimên:
"Di navbera Kerbela û Necefê de ez hinekî bi peyatî meşiyam. Meşa min zêde nebû, nêzîkî 4-5 kîlometreyan bû.
Dema ku mirov vê hejmara zêde ya ziyaretkaran dibîne ku ji seranserê cîhanê hatine heyirî dimîne."
Ji Umanê ber bi Kerbelayê ve
Ziyaretkarê Umanî Husên Ecmî jî ev tişt anîn zimên:
"Ez ziyaretkarek im ku ji Umanê hatime û ez li Balafirgeha Necefê daketim. Ji Necefê heta Kerbelayê ez bi peyatî hatim û ez spasiya Xwedê dikim.
Min dia kir ku Xwedê alîkarê me be. Ez dê her sal vegerim vê derê. Min xwest ku Xwedê me li ser pêbendbûna hezkirina Hisên saxlem bihêle û Îslam û bawermendan bi ser bixe."
Piraniya wan Îranî ne
Di meha Muheremê de, 4 milyon û 500 hezar ziyaretkarên biyanî serdana Kerbela û Necefê kir.
Piraniya wan ziyaretkaran Îranî bûn û piştî wan jî Pakistanî û Efxanî di rêzên pêş de bûn.


