Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li ser bombebaranên li Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Farhan Haq diyar kir ku êriş "bipêşketinên neyînî" ne û tekez kir ku ew naxwazin şerê li Rojhilata Navîn berfireh bibe.
Haq her wiha li ser têkçûna ewlehiya herêmê hişyarî da û got, "Dibe ku rewş ji ya berê gelekî xirabtir bibe."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî ragihand ku Îranê bi çend mûşekên balîstîk êrişî baregeheke wan a li Urdinê kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vê yekê got:
"Em dê bersiveke tund bidin êrişa Îranê ya li ser baregehên me."
Trump her wiha destnîşan kir ku eger dan û standin bi ser nekevin, ew dê di nava saetekê de hemû piran hilweşînin.
Serokê Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re eşkere kir ku êrişa sibehê ya Amerîka û Erebistana Siûdî ya li ser komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê, bi hevahengiya Bexdayê bûye.
Di êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî de ku destê sibehê li 7 parêzgehên Îraq û Başûrê Kurdistanê li ser baregehên Heşdî Şebiyê hatin kirin, 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûn.
Ev êriş piştî wê yekê hatin ku Erebistana Siûdî komên çekdar ên nêzîkî Îranê bi êrişkirina li ser qadên xwe yên petrolê tohmetbar kiribûn.



