Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên Îraqî yên ku wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" tên naskirin, heta 7ê Tebaxa 2026an dem da hikûmeta Îraqê ku helwesta xwe ya li ser êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî eşkere bike.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê her wiha ragihand, "Bersiva me ya li dijî Amerîkayê li rê ye."
Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji çend komên çekdar ên nêzîkî Îranê pêk tê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî li ser êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî yên li ser baregehên Heşdî Şebiyê hat dayîn.
Komên çekdar red kir ku wan êrişî Erebistana Siûdî kiribe û desthilata wî welatî wekî "xizmetkarên nepaqij" bi nav kir.
Wan diyar kir ku eger îdiayên Erebistana Siûdî yên li ser êrişên ji Îraqê yên li ser qadên petrolê rast bin jî, bersivdayîna bi kuştin û birîndarkirina bi dehan kesan nayê qebûlkirin.
Dem dan hikûmetê
Berxwedana Îslamî ya Îraqê pirsî ku eger ew di vê qonaxa hestyar de çek û mûşekên xwe radestî hikûmetê bikin, gelo hikûmet dikare serweriya Îraqê biparêze?
Wan heta 7ê Tebaxê dem da hikûmetê ku bibînin dê çi gavan biavêje.
Komên çekdar amaje pê kir ku ji bo parastina ewlehiya ziyaretkarên Çilê Îmam Husên û rêlibergirtina aloziyan, bersiva wan a li dijî Amerîkayê dê ji bo demeke din be.
Wan her wiha gef xwar ku kengî pêwîst bike ew dê li Erebistana Siûdî li wan bidin.
Di êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî de ku destê sibehê li 7 parêzgehên Îraq û Başûrê Kurdistanê li ser baregehên Heşdî Şebiyê hatin kirin, 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûn.
Ev êriş piştî wê yekê hatin ku Erebistana Siûdî komên çekdar ên nêzîkî Îranê bi êrişkirina li ser qadên xwe yên petrolê tohmetbar kiribûn.



