Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku wan endamên toreke qaçaxçitiya pereyan desteser kiriye.
Wê torê di navbera Bexda û Silêmaniyê de bi rêya kartên bankan qaçaxçitiya pereyan dikir.
Her wiha endamên toreke din jî li Kerkûkê hatiye desteserkirin ku pere bi qaçaxî dibirin derveyî Îraqê.
Li Diyalayê operasyon
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim îro li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Erşed Hakim ragihand, li ser bingeha zanyariyên sîxurî li parêzgeha Diyalayê 2 endamên torê hatin desterserkirin.
Hat zanîn ku van kesan di navbera Bexda û Silêmaniyê de bi qaçaxî pere vediguhastin.
Erşed Hakim da zanîn ku wê torê bi rêya Mastercardê qaçaxçitiya pereyan kiriye.
Bi wan re çend amûrên dayîna elektronîkî (POS) û gelek kartên bankan hatine girtin.
Wan kesan xwestiye ku van amûr û kartan bi qaçaxî bibin.
Qaçaxçitiya dolaran
Li gorî biryarên hikûmeta Îraqê, veguhastina pereyan a bi rêya kartên bankan ji bo derve qedexe ye.
Ev yek wekî rêbazeke qaçaxçitiya dolaran tê dîtin.
Li Kerkûkê 6 kes hatin desteserkirin
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim eşkere kir ku wan 6 endamên toreke din jî li Kerkûkê desteser kirin.
Erşed Hakim anî zimên ku bi wan re 251 kartên bankan ên Mastercardê hebûn.
Her wiha bi wan re 252 sîmkartên pêwendiyan jî hebûn.
Wan kesan ev kart ji bo qaçaxçitiya pereyên biyanî ya ber bi derveyî Îraqê ve bi kar dianîn.



