Hewlêr (Rûdaw) - Belavbûna gelek çêlikên mirîşkan a li ser rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Bexdayê de bû sedema girtina aliyekî rê û qerebalixiyeke zêde çêbû.
Li gorî vîdeoyeke ku li ser torên civakî hatiye belavkirin bi sedan çêlikên mirîşkan li ser rêya Kerkûk û Bexdayê belav bûne.
Ji ber vê yekê çûn û hatina otomobîlan li beşekî rê rawestiya.
Çavkaniyekê ji Birêvebiriya Trafîkê ya Diyaleyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Bûyer li ser rêya sereke ya Bexdayê û li sînorê parêzgeha Diyaleyê çêbûye.
Bi taybetî li nahiyeya Cudeydet Şetê ya li nêzîkî Xwaringeha Saman rû daye."
Wê çavkaniyê destnîşan kir ku tîmên trafîkê gihîştine cihê bûyerê ku qerebalixiyê kontrol bikin û rê ji şofêran re vekin.
"Bi zanebûn hatiye kirin"
Li ser sedema belavbûna ew qas çêlikên mirîşkan, çavkaniya Birêvebiriya Trafîkê ya Diyaleyê eşkere kir ku bûyer ne ji ber qulibîna barhilgirekê yan jî qezayeke trafîkê ye.
Çavkaniyê anî zimên ku "kesekî bi zanebûn ev kar kiriye" û got, "Ev ne cara yekem e ku karekî wiha li wê navçeyê tê kirin."



