Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku binpêkirina berdewam a sozan a ji aliyê Serokê Amerîkayê ve, careke din îsbat kir ku îmzeya Serokê Amerîkayê çi qas bêqîmet e.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe de Serokê Amerîkayê wekî "Şeytanê Mezin" bi nav kir.
Mucteba Xamineyî di daxuyaniyekê de diyar kir ku Amerîkayê peymana navbera serokkomarên her du welatan bin pê kiriye.
Xamineyî li ser siyaseta Amerîkayê got:
"Zordarî, xwesepandin û hovîtî, beşên venedeqetiyayî yên siyaseta Amerîkayê ne. Îro Amerîkayê careke din maskeya li ser rûyê xwe da alî.
Ev ezmûna tal a sûc û peymanşikandinê, dê bibe belgeyeke din a bihêz li ser derewkarî, bêmentiqî û qirêjiya Washingtonê."
"Em dê waneyeke ku ji bîr nabe bidin wan"
Mucteba Xamineyî di beşeke din a peyama xwe de tekez kir ku Amerîka li pey destpêkirina şer e û destnîşan kir:
"Niha ku Amerîkaya dijmin li pey destpêkirina şer, sepandina lêçûnên girantir û bêrûyîtiya zêdetir e, divê wê yekê bizanibe ku gelê Îranê û Bereya Berxwedanê dê waneyeke ku ji bîr nabe bidin wan."
Rêberê Îranê anî zimên ku wêrekiya şervanan û ya xelkê herêmên başûrê welêt di van rojan de, mînaka wan waneyan e.
Mucteba Xamineyî her wiha daxuyand ku heta aramî bigihîje lûtkeyê êdî Tehran sozên bêkiryar ên Amerîkayê qebûl nake.



