Hewlêr (Rûdaw) - UNODCê ji Rûdawê re ragihand ku erkê wan ne lêkolîn, darizandin yan jî nirxandina rêkarên takekesî yên bicihanîna qanûnê ya li Îraqê ye.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Madeyên Hişbir û Sûcan (UNODC) destnîşan kir ku ew tenê piştgiriyê didin welatan ku pêbendbûnên xwe yên di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Gendeliyê de bi cih bînin.
Tîma pêwendiyan a UNODCê pirsên Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê Usame Mihemed bersivandin.
Pirs li ser operasyona gendeliyê û desteserkirinên dawî yên li Îraqê bûn û ka gelo ev gaveke sîstematîk e ji bo bicihanîna peymanên li dijî gendeliyê yan na.
Her wiha pirs li ser fikarên derbarê birêvebirina operasyonan a bi şêwaza leşkerî û bandora van pêşhatan a li ser pîvanên zelaliyê bûn.
"Erkê me ne lêkolîn û darizandin e"
Tîma Neteweyên Yekbûyî ya li Viyanayê di bersiva xwe de got:
"Erkê giştî yê UNODCê ne lêkolîn, darizandin yan jî nirxandina rêkarên takekesî yên bicihanîna qanûnê ye.
Ajans piştgiriyê dide welatên endam ku pabendbûnên xwe yên di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Dijî Gendeliyê (UNCAC) de bi cih bînin.
Ev piştgirî bi rêya mekanîzmaya pêdaçûna bicihanînê tê kirin ku Îraq jî niha tê de beşdar e."
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ajansa wan dê daxwaza zelalî, lêpirsîn û destpakiyê bidomîne.
Her wiha li ser daxwaza welatan dê ji bo bicihanîna bendên peymanê piştgiriyê bide wan.
Operasyona li Îraqê didome
Roja Yekşemê hêzeke hevbeş a DijîTerorê, artêş û Desteya Destpakiya Îraqê li Herêma Kesk a Bexdayê û çend parêzgehên din operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Di vê operasyonê de hejmarek berpirs û endamên parlamentoyê hatin desteserkirin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku ev tenê qonaxa yekem e û anî ziman ku hikûmet dê ji bo vegerandina sermayeya giştî û parastina berjewendiyên gel hewldanên xwe bidomîne.
.webp&w=3840&q=75)


