Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Berê yê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa got, "Piştî sala 2003an 80 milyar dolar di sektora elektrîkê de hatine xerckirin."
Hikûmet û Wezareta Elektrîkê ya Îraqê plan dikin ku hemû girêbestên berê yên elektrîkê binirxînin û pêdaçûnê bi wan de bikin.
Berdevkê berê yê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê eşkere kir ku "gendelî" di sektora wan de heye.
Ehmed Mûsa ji ser xerckirina 80 milyar dolarî ya piştî sala 2003yan di sektora elektrîkê de, da zanîn ku zêdetirî nîvê wî pereyî ji bo meaşan hatiye xerckirin.
Berdevkê Berê yê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa ji Rûdawê re eşkere kir ku ji bo pêdaçûna hemû dosyeyên berê, helwesteke giştî ya hikûmet û Wezareta Elektrîkê heye.
Dosyeyên gendeliyê tên lêkolînkirin
Ehmed Mûsa diyar kir ku wezaretê amadehiya xwe ya ji bo vê pêdaçûnê nîşan daye û got:
"Bêguman dosye hene ku îspat bûye xemsarî tê de hatiye kirin.
Her wiha hinek ji van dosyeyan jî ku gumanên gendeliyê li ser wan hene dê bên lêkolînkirin.
Wezareta Elektrîkê yek ji wan sektoran e ku gendelî tê de hatiye kirin."
Li aliyê din, Ehmed Mûsa derbarê girtina berpirsan a ji ber dosyeyên gendeliyê da zanîn ku heta niha dosyeyek li Birêvebiriya Dabeşkirina Elektrîka Navendî heye.
Mûsa da zanîn ku di vê çarçoveyê de Birêvebirê Giştî yê Elektrîka Navendî bi tohmeta gendeliyê hatiye girtin û niha lêpirsîn li gel wî tê kirin.
Zêdetirî 40 milyar dolaran ji bo meaşan çûye
Piştî 2003yan di sektora elektrîkê de nêzîkî 80 milyar dolarî hatiye xerckirin.
Tevî vê yekê jî elektrîka niştimanî di rojekê de tenê 10 heta 14 demjimêran tê dabînkirin.
Berdevkê berê yê Wezareta Elektrîkê li ser vê mijarê got:
"Ew pereyê ku hatiye xerckirin, beşek jê ji bo meaşan çûye.
Beşek ji bo kirîna sotemeniya hawirdekirî, beşek ji bo kirîna enerjiyê ji veberhêneran û beşek jî ji bo nûkirina wan stasyonên elektrîkê bûye ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn wêrankirin."
Ehmed Mûsa tekez kir ku "kes nabêje gendelî nîne" û wiha pê de çû:
"Ji wan 80 milyar dolarî, zêdetirî 40 milyar dolaran ji bo meaşan hatiye xerckirin.
Beşek ji bo kirîna gaza hawirde û beşek jî ji bo kirîna elektrîkê ji veberhêneran hatiye terxankirin."
Serokwezîrê Îraqê ferman da ku girêbest werin nirxandin
Li gorî gotina Mûsa, Serokwezîrê Îraqê ferman daye ku pêdaçûn bi çend cureyên girêbestan re were kirin.
Di nav van de girêbestên veberhênanê, avakirina stasyonan, sektora veguhastinê û girêbestên dabeşkirina elektrîkê hene.
Mûsa li ser vê yekê got, "Gumanên gendeliyê hene. Bila sazî lêkolînên xwe bikin û paşê biryarê li ser bidin."


