Hewlêr (Rûdaw) - Hêdî hêdî tawanbariyên wan berpirs û parlamenterên ku di çarçoveya "Operasyona Berbangê" de hatine girtin eşkere dibin.
Di nav tawanbariyên wan de wergirtina projeyên bi guman û wergirtina pereyan ji berpirsên hikûmetê ji bo bangeşeya hilbijartinan hene.
Hêzên ewlehiyê jî ji bo destdanîna ser pereyên wan berpirsan ên li mal û xalên kontrolê ku guman heye bi rêya gendeliyê bi dest xistibin, dixebitin.
200 milyar dînar û 100 kîlo zêr
Di "Operasyona Berbangê" de ku berbanga 28ê Hezîrana 2026an dest pê kir, heta niha 21 berpirs û parlamenter hatine girtin.
Ji wan 13 parlamenterên vê serdemê ne û yên din jî parlamenterên serdema berê ne. Her wiha du alîkarên wezîrê petrolê jî di nav kesên girtî de ne.
Li gorî wan zanyariyên ku ji aliyê Encûmena Bilind a Dadweriyê ve hatine belavkirin û her wiha zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên cuda bi dest xistine, tenê di nav malên pênc tohmetbaran de dest danîne ser zêdetirî 22 milyon dolaran û 124 milyar dînaran.
Çavkaniyeke bilind a hikûmetê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku heta niha dest danîne ser 200 milyar dînaran û 100 kîlo zêrê tohmetbaran.
Li gorî gotina çavkaniyê, "mal û milkên wan berpirs û parlamenterên girtî ji vê qebareya desteserkirî gelekî zêdetir e, lê wan di proje û karên cuda de bi kar aniye û niha xebat tên kirin ku li xezîneya dewletê vegerînin."
Samana mezin a li malên berpirsan
Alîkarê berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî dema hat girtin, li mala wî ev saman hat dîtin: 98 milyar dînar, 11 milyon dolar, 70 xanî û zevî, 21 otomobîl û 3 kîlogram zêr.
Her wiha li mala Elî Mearic Behadilî ku Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Kar û Barên Belavkirinê ye, dest danîn ser 11 milyon dolar, 4 milyar dînar û gelek belgeyên emlakê û saetên giranbiha.
Lê gendelî tenê di nav Wezareta Petrolê de nemaye û gihîştiye nav Parlamentoya Îraqê jî.
Gendeliya di nav parlamentoyê de
Li gorî dûvçûnên Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê di nav mala parlamentera parêzgeha Selahedînê ya ji fraksiyona Avadanî û Bipêşketinê Buşra Qeysiyê de dest danîn ser 13 milyar dînaran.
Her wiha wê 9 milyar dînar ji alîkarê wezîrê petrolê Ednan Cumeylî wergirtine.
Di heman demê de Eşwaq Cibûriya ji Hevpeymaniya Ezimê jî tohmetbar e ku 9 milyar dînar ji Ednan Cumeylî wergirtiye.
Piraniya van berpirs û parlamenteran di dilê desthilatê de, ango li Navçeya Kesk a Bexdayê hatine girtin.
"Operasyona Berbangê" hîn bi dawî nebûye û tê çaverêkirin ku di rojên pêş de nav û amaran sosretir ên gendeliyê li Îraqê eşkere bibin.
Tohmetên li ser girtiyan
Li gorî dûvçûnên Rûdawê, parlamentera Îraqê ya ji fraksiyona Avadanî û Bipêşketinê Buşra Qeysî ya ku bi tohmeta gendeliyê hatiye girtin, ji bo bangeşeya hilbijartinan pere ji Ednan Cumeylî wergirtiye.
Ji bilî vê jî, ew kes tohmetbar e ku ji ber pêgeha xwe ya endamtiya Komîteya Petrol û Gaza a Parlamentoya Îraqê, di sektora rafînekirina berhemên petrolê de peymanan bi dest xistiye.
Eşwaq Cibûrî ku yek ji parlamenterên din ên fraksiyona Avadanî û Bipêşketinê ya Selahedînê ye û hatiye girtin, lêpirsîna wê bi tohmeta wergirtina pereyan a ji bo bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên sala 2025an ji alîkarê berê yê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî didome.
Çavkaniyeke berpirs a li Selahedînê ji Rûdawê re got, "Ew parlamenter tohmetbar e ku 9 milyar dînar ji bo bangeşeya hilbijartinên xwe ji Ednan Cumeylî wergirtine.
Li gorî rêkarên komîsyonê xerckirina vê qebareya pereyan nayê qebûlkirin, her wiha guman li ser çavkaniyaniya van pereyan jî heye."
Parlamentera Îraqê ya ji fraksiyona Ezimê Hind Ebasî jî bi wê yekê tê tawanbarkirin ku di wergirtina projeyên sektora parzûnkirinê yên bi bihayên herî kêm de rol lîstiye, yanî rê li ber kesên din vekiriye ku projeyan wergirin.
Elî Mearic Behadilî ku alîkarê Wezareta Petrolê ya Îraqê yê karûbarên belavkirinê ye, bi gelek mijaran tê tawanbarkirin ku taybet in bi moletên stasyonên belavkirina benzînê û qebareya wê sotemeniyê ku didin stasyonên taybet.
Lîsteyeke 64 kesan a ji bo girtinê amade ye
Serokê Desteya Siyasî ya Tevgera Niştimanî ya Eşîran Ebdulrehman Cezaîrî radigihîne ku di nav sê rojên pêş de dê 64 berpirs û parlamenter werin girtin.
Cezaîrî her wiha got, "Hevahengiyeke temam li gel Hewlêrê heye û parlamenterên Silêmanî û Dihokê jî di lîsteya kesên daxwazkirî de ne."
Ebdulrehman Cezaîrî di dema beşdarbûna bultena saet 12:00an a Rûdawê de ev zanyarî eşkere kirin.
Cezaîrî got ku tenê îro berê sibehê, dadwerê Dadgeha Pakijiyê Ziya Cefer ji bo "14 kesayetên girîng" fermanên girtinê derxistine û daxwaz tê kirin ku darizandinên wan bi awayekî eşkere bin.
Derbarê hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê de, Ebdulrehman Cezaîrî ragihand, "Hevahengiyeke gelekî baş li gel Herêma Kurdistanê heye.
Niha du parlamenter ku yek ji wan xelkê Silêmaniyê û yê din jî xelkê Dihokê ye di lîsteya daxwazkiriyan de ne û niha dixebitin ku wan radest bikin."
Cezaîrî dibêje, "Kesên olî jî di lêpirsînan de li derveyî mijarê nînin.
Ji Necefê biryar hatiye dayîn ku parêzbendî ji ti kesî re nebe û her kesê ku têkilî hebe, her çend xwedî hêz be yan zilamekî olî be jî, divê rû bi rûyî qanûnê bibe û êdî ti kes li ser qanûnê re nîne."
Dûrxistina berpirsên kêmkar ji peywirê
Li gel "Operasyona Berbangê", hikûmetê dest bi dûrxistin û girtina gelek karmendan kiriye ji ber xemsariya wan a di karûbarên fermangehên wan de.
Li gorî fermaneke wezaretê ku îmzeya birêvebirê giştî yê fermangeha îdarî ya Wezareta Karebaya Îraqê Omer Selîm Salih li ser e û 28ê vê mehê derketiye, piştî lêkolîna komîteyeke bilind a kontrolê, Wezareta Karebayê biryar da ku 19 birêvebir û berpirsên karebayê yên li Besreyê ji kar dûr bixe.
Endamê Encûmena Parêzgeha Besreyê Mihemed Betat ji Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand:
"Jikardûrxistina van berpirsan têkildarî dosyeya gendeliyê ye û belgeyên pêwîst li ber dest in."
Li gorî belgeyan, ev biryar birêvebirê dabeşkirina karebaya Besreyê Yasîn Ebdulwahid Yasîn û alîkarê wî, her wiha birêvebirê dabeşkirina karebaya bakurê Besreyê Mazin Mezlûm Mihemed û alîkarê wî li xwe digire.
Ji bilî wan jî, 15 berpirsên din ên beşên firotinê, kontrolê, hejmêryariyê, embaran û beşa qanûnî ji kar hatine dûrxistin.
Ev belgeyên Wezareta Karebayê yên ku ketine destê Rûdawê, behs dikin ku zincîreyeke binpêkirinan bûye sedema bi berhewabûna milkên dewletê.
Di nav van sûcdariyan de hevkariya berpirsan li gel xwediyên projeyên niştecihbûnê û nexweşxaneyên taybet heye ku pîvanên karebayê guherandine da ku pereyekî kêmtir bidin, her wiha kêmûkurtiyên li embaran hatine tesbîtkirin, ji wan jî windabûna du transformatorên mezin ên li embarên bakurê Besreyê.
Berpirsên beşa qanûnî bi wê yekê tên tawanbarkirin ku gilî li ser wan kesan tomar nekirine ku sînorên tora niştimanî derbas kirine.
Her wiha wergirtina pereyên taksîdên karebayê ji welatiyan hatiye tomarkirin bêyî ku desthilata wan a qanûnî hebe yan wan pereyan ji bo dewletê vegerînin.
Dolarên ku li xala kontrolê hatine girtin
Roja sêşemê li xaleke kontrolê ya sînorê qezaya Xurmatûyê, di otomobîlekê de dest bi ser çar milyon dolaran hat danîn.
Li gorî gotina çavkaniyeke ewlehiyê ya qezayê, guman heye ev pere têkildarî dosyeyên gendeliyê bin û lêpirsîna li ser mijarê didome.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya berpirs li parêzgeha Selahedînê ji Rûdawê re ragihand, wan dest danîne ser wan çar milyon dolarên ku li xala kontrolê ya Abbas Çomeyê hatine girtin ku niha di destê polîsên herêmî yê parêzgehê de ne.
Xala kontrolê ya Abbas Çomeyê li başûrê qezaya Xurmatûyê ye û rêya sereke ya çûn û hatina parêzgeha Diyaleyê ye.
Wê serçaviyê diyar kir ku plaqeya otomobîlê ya Bexdayê bûye û ber bi Diyaleyê ve çûye, her wiha kesek di nav de bûye û hatiye girtin.
Desteserkirina vê qebareya pereyan piştî wê yekê hat ku alîkarê berê yê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî, parêzgarê berê yê Selahedînê Raîd Cibûrî û sê parlamenterên parêzgehê bi tohmeta gendeliyê hatin girtin.
Nînowa û gumanên li ser projeyên petrolê
Li gundewarê Nînowayê li ser çend projeyên petrolê gumanên gendeliyê hene.
Sê projeyên sektora petrolê li parêzgeha Nînowayê di nav wan dosyeyan de ne ku saziyên pêwendîdar ên hikûmeta federal lêpirsînê li ser wan dikin.
Li gorî gotina endamekî Encûmena Parêzgeha Nînowayê, ev proje pêwendîdar in bi dosyeya gendeliyê ya Ednan Cumeylî.
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Kakeyî ji Rûdawê re ragihand, wekî Encûmena Parêzgehê zanyarî gihîştine wan ku di nav dosyeyên ku bi gumanên gendeliyê lêpirsîn li ser wan tê kirin de, dosyeyên pêwendîdar bi projeyên petrolê yên parêzgehê re jî hene.
Serokê Komîteya Ewlehiyê diyar kir, ev sê dosyeyên petrolê pêwendîdar in bi danîna kevirê bingehîn ê projeya çêkirina rafîneya Hemam Elîlê û peymanên din ên taybet bi sektora rafînekirin û petrolê yên li Geyare û Eyn Zaleyê.
Kevirê bingehîn ê projeya parzûngeha Hemam Elîlê 16ê Tîrmeha 2025an ji aliyê Serokwezîrê wê demê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû danîn, ku piştî qedandinê tê çaverêkirin rojane 70 hezar bermîl petrol parzûn bike.
Girtina tohmetbaran di çarçoveya "Operasyona Berbangê" de didome.
Di Şaredariya Selahedînê de çar kes bi tohmeta wergirtina projeyên sexte hatin girtin.
Çarenivîsa qanûnî ya parlamenterên girtî
Di çarçoveya "Operasyona Berbangê" de 13 parlamenterên vê serdemê û parlamenterekî serdema berê hatine girtin.
Li gorî gotina Serokê Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah, 10 parlamenterên din parêzbendiya wan hatiye rakirin, lê heta niha nehatine girtin.
Li gorî gotina hiqûqnas û parlamenteran, ew parlamenter û berpirsên ku di operasyona dawî de bi tohmeta gendeliyê hatine girtin, meaş û şayisteyên wan ên darayî dê bidomin heta ku dadgeh biryara dawî li ser dozên wan bide.
Hiqûqnas û parêzer Eyad Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Ew parlamenter û berpirsên ku bi tohmeta gendeliyê tên girtin, wekî rêkareke qanûnî dest bi ser milk û malên wan ên veguhastî û neveguhastî de tê danîn.
Lê ev kes heta niha tenê tohmetbar in, ne sûcdar in, heta ku dadgeh biryara dawî li ser wan bide."
Eyad Kakeyî eşkere kir ku eger tohmetbar bêtawan derkeve, dê vegere ser karê xwe û desteserkirina milk û malên wî dê bê rakirin.
Lê eger tawanbariya wî were îsbatkirin û dadgeh biryara dawî bide, dê ji kar vere derxistin, meaş û mafên wî dê werin birîn û mafê wî yê malnişînê jî namîne.
Her wiha endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer ji Rûdawê re ragihand, her parlamenter û berpirs, eger dosyeya gendeliyê li ser wî were selmandin û dadgeh biryara dawî bide, meaş û şayisteyên wî namînin, dê ji parlamenterî û kar vere derxistin û mafê wî yê malnişîniyê jî nebe.
Lê eger bêtawan derkeve, dê vegere ser karê xwe û xebata xwe ya asayî bidomîne.
Navenda "Eko Îraq" daxwaz dike ku qanûn werin sererastkirin da ku meaşê her berpirsekî ku bi tohmeta gendeliyê yan sûcên darayî tê girtin, rasterast were sekinandin.
Rêbaza nû ya li dijî gendeliya emlakan
Hikûmeta Îraqê ji bo rûbirûbûna gendelî û spîkirina pereyan gelek rêbazên cuda girtine ber xwe.
Ji van rêbazan yek jî guherandina di dan û standinên emlakan de ye ku yek ji rêyên sereke yên gendelî û spîkirina pereyan e.
Ji niha û pê ve dan û standina kirîn û firotina milkan li Îraqê dê bibe elektronîkî.
Eger bihayê vê dan û standinê ji 500 milyon dînarî zêdetir be, divê pereyê wê di hesabê bankê de vere danîn.
Hûrgiliyên bicihkirina vê biryarê di nivîseke Wezareta Dadê ya Îraqê de hatine ku arasteyî Birêvebiriyên Tomarkirina Xanûbereyan hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar dê cara yekem 1ê Tîrmeha 2026an li Bexdayê were bicihkirin, ew jî bi rêya platformeke elektronîkî ya bi navê "Platforma Xanûberan."
Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Ueybî ji Rûdawê re got, piştî Bexdayê, ev biryar dê li hemû parêzgehan were bicihkirin û peymana di navbera kiriyar û firoşkar de ji bo her milkî divê bi rêya elektronîkî be ji bo kontrolkirinê.
Ehmed Ueybî diyar kir, tiştê ku bi wezareta wan ve pêwendîdar e, kontrolkirina peymanên firotina milkan e.
Eger kêmûkurtî hebe, dê ji xwediyê peymanê re were vegerandin da ku bi rêya platformê sererast bike.
Ev gav li ser daxwaza Encûmena Bilind a Dadweriyê û Ofîsa Têkoşîna li dijî Spîkirina Pereyan û Fînansekirina Terorê hatiye avêtin.
Li gorî biryarê, her milkê ku di van dan û standinan de bihayê wî yê texmînkirî ji 500 milyon dînarî zêdetir be, divê mercên Ofîsa Têkoşîna li dijî Spîkirina Pereyan li ber çavan werin girtin û pereyê wê jî li gel peymanê di bankekê de vere danîn.
Girtina berpirsên pile du yên gendeliyê
Endamê berê yê Komîteya Destpakiyê ya li Parlamentoya Îraqê radigihîne, ew kesên ku niha hatine girtin, gendelên pile du ne û hîn kesên pile yek nehatine girtin.
Hendrên Lezgîn ku endamê berê yê Komîteya Destpakiyê ya li Parlamentoya Îraqê ye, di dema beşdarbûna bultena saet 13:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê de got:
"Ev plan li derveyî Îraqê hatiye amadekirin, bi taybetî ji aliyê wan kesan ve ku xwe wekî xwediyê Îraqê dibînin."
Hendrên Lezgîn amaje pê kir ku ew kesên heta niha hatine girtin, gendelkarên pile du ne û hîn "serên mezin" nehatine girtin û wiha pê de çû:
"Di Ofîsa Destpakiyê de dosyeyên gelekî mezin hebûn ku navên serokên partiyan û serokên fraksiyonên mezin tê de bûn, lê berê kesî newêrabû lêpirsînê li gel wan bike."
Hendrên Lezgîn diyar kir ku dosyeya Musena Semeraî yê Serokê Hevpeymaniya Ezimê "ji bo 15 salan proseya çapkirina pirtûkên Wezareta Perwerdeyê ji xwe re girtibû.
Salane hikûmetê 130 milyar dînar didayê ji bo kirîna çapxaneyan û dabînkirina pirtûkan, lê dîsa jî kesî newêrabû lêpirsînê bi wî re bike."
Dosyeyeke din a mezin ku Hendrên Lezgîn qal dike, sektora karebayê ye.
Lezgîn eşkere kir ku di peymaneke şirketa Siemensê de ji bo çêkirina du stasyonan li başûrê Îraqê, biryar bûbû ku bi 300 milyon dolarî vere cîbicîkirin.
Lê berpirsên wezaretê daxwaz ji wan kiribûn ku bihayê wê bikin 500 milyon dolar û wan 200 milyon dolarî bidin berpirsan, lê wî şirketê ev daxwaz red kiriye.
Lezgîn her wiha got, "Tenê di dosyeyeke petrol/karebayê de 1,5 milyar dolar di sektora karebayê de hatiye windakirin.
Pere ji bo projeyan hatine wergirtin lê ti tişt nehatiye bicihanîn."
Vegerandina pereyên talankirî
Wezîrê Darayiyê yê Îraqê Falih Sarî li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Faîq Zeydan civiya.
Li gorî daxuyaniya fermî, di civînê de hat behskirin ku hevahengiyek di navbera her du desthilatên cîbicîkar û dadwerî de were xurtkirin ji bo parastina mal û milkên welat.
Di civînê de, her du aliyan giringî daye wan rêbazan ku vegerandina milkên giştî ji bo xezîneya dewletê li gorî qanûnan garantî dikin "bi şêweyekî ku rê li ber bi berhewabûn û windakirina dahatê welat were girtin."
Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî ragihand, "Parastina milkên giştî berpirsyariyeke niştimanî ya hevpar e.
Wezareta me bi biryar e piştgiriya hemû wan hewldanan bike ku armanca de girtina gendelkarên û vegerandina pereyên talankirî ye da ku baweriya welatiyan bi saziyên dewletê xurttir bibe û bingehên pakijiyê û serweriya qanûnê werin çespandin."
Aliyên siyasî yên "Operasyona Berbangê"
"Operasyona Berbangê" bi serpereştiya rasterast a Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Faiq Zeydan û Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî bi rê ve diçe.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî di hevpeyvîna xwe ya dawî de ragihand ku nexşerêyeke tund ji bo rûbirûbûna gendeliyê amade kiriye û tekez kir ku "têkoşîna li dijî gendeliyê biryara dawî ye û paşvekişîn jê tune ye."
Zeydî di hevpeyvînekê de ku îro sêşemê hat weşandin, ragihand ku gendelî gefê li hebûna dewletê dixwe û got:
"Divê ev qonax bi dawî bibe. Hinek kes tenê ji bo diziyê hatibûn nav laşê dewletê de, lê niha em dê bi qanûnê rû bi rûyê wan bibin."
Zeydî amaje pê kir ku wî ji Wezîrê Darayî xwestiye ku hesabekî bankî yê taybet ji bo vegerandina "pereyên dizî" veke.
Elî Falih Zeydî got, "Ez ne meaş werdigrim û ne jî ti diyarî qebûl dikim. Ez dixwazim îsbat bikim ku zarokên Îraqê dikarin bi pakî vî welatî bi rê ve bibin."


