Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara wan gumanbarên ku di "Operasyona Berbangê" de li tevahiya Îraqê hatine desteserkirin gihîşt 21ê.
Heta niha li malên wan gumanbaran dest danîne ser zêdetirî 22 milyon dolaran û 124 milyar dînaran.
Her wiha dest danîne ser gelek xanî û otomobîlan jî.
Operasyona Berbangê li 8 parêzgehan
"Operasyona Berbangê" ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê li Îraqê pêk tê.
Operasyonê sibeha 28ê Hezîrana 2026an li Bexda û parêzgehên din ên Îraqê dest pê kir û heta niha didome.
Ev operasyon bi çavdêriya rasterast a Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tê lidarxistin.
Operasyon li 8 parêzgehan pêk hat.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê roja duşemê ragihand ku heta niha 21 kes hatine desteserkirin.
Di nav kesên desteserkirî de 13 parlamenterên vê heyamê û parlamenterekî heyama borî hene.
Her wiha 2 alîkarên Wezîrê Petrolê yê Îraqê û çend berpirsên din jî hene.
Serokê Fraksiyona PDKyê Şaxewan Ebdulah li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Wî qala parêzbendiya parlamenteran kir û got ku parêzbendiya 10 parlamenterên din jî hatiye rakirin lê ew heta niha nehatine desteserkirin.
Piraniya wan parlamenter û berpirsan li Herêma Kesk a Bexdayê hatin desteserkirin.
Sê parlamenter li Hewlêrê hatin girtin.
Kesên din jî li Zîqar, Babil, Selahedîn, Wasit, Nînowa û Enbarê hatin desteserkirin.
Encumena Bilind a Dadweriyê, dadgehan û Desteya Destpakiyê hinek amar belav kirin.
Li gorî wan amaran û zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên cuda wergirtine, heta niha dest danîne ser zêdetirî 22 milyon dolar û 124 milyar dînaran.
Tiştê ku heta niha bi fermî hatiye eşkerekirin, samana her du alîkarên Wezîrê Petrolê yê Îraqê ye.
Ednan Cumeylî alîkarê berê yê wezîrê petrolê yê Îraqê bû.
Hikûmeta Îraqê dest danîn ser 98 milyar dînar, 11 milyon dolar, 70 xanî, 21 otomobîl û sê kîlo zêrên wî.
Hikûmeta her wiha dest danî li ser samana Elî Mearic Behadliyê ku Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Karûbarên Dabeşkirinê ye jî.
Dest bi ser 11 milyona dolar û 4 miêyar dînarên wî de hat girtin.
Her wiha dest danîn ser gelek xaniyan û çend saetên destan ên giranbiha yên wî.
Li mala parlamenterekê 13 milyar dînar
Li gorî lêkolînên Rûdawê, yek ji kesên desteserkirî jî endama Parlamentoya Îraqê Buşra Qeysî ye.
Ew parlamentera Fraksiyona Avakirin û Bipêşketinê ye.
Li mala wê dest danîne ser 13 milyar dînaran.
Li gorî zanyariyan, wê parlamenterê ew pere bi rêya wergirtina projeyên xeyalî bi dest xistine.
Her wiha ew bi wergirtina 9 milyar dînar ji Ednan Cumeylî tê tohmetbarkirin.
Buşra Qeysî nûnera parêzgeha Selahedînê ye.
Wê di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Îraqê de 6 hezar û 23 deng bi dest xistibûn.
Du parlamenterên din jî pere wergirtine
Ji bilî Buşra Qeysiyê, 2 parlamenterên din jî li parêzgeha Selahedînê hatin desteserkirin.
Yek ji wan parlamentera Fraksiyona Avakirin û Bipêşketinê Hind Ebbasî ye.
Ew tê tohmetbarkirin ku di sektora parzûngehan de proje wergirtine.
Her wiha parlamentera Fraksiyona Hevpeymaniya Ezmê Eşwaq Cibûrî jî hatiye desteserkirin.
Ew jî bi wergertina 9 milyar dînar ji Ednan Cumeylî tê tohmetbarkirin.


