Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê di lêpirsîna li ser tora gendeliyê de biryareke mezin hat dayîn û cezayê girtîgehê li birêvebirê giştî yê berê yê bacê û hevjîna wî hat birîn.
Her wiha dest danîn ser samanên wan ên zêde ku 12 milkên li Tirkiyeyê jî di nav de ne.
Komîsyona Destpakiya Federal a Îraqê eşkere kir ku yek ji dozên herî berfireh ên li dijî gendeliyê bi encam bûye.
Birêvebirê giştî yê berê yê Birêvebiriya Giştî ya Bacê ya Îraqê Usame Husam Cewdet û hevjîna wî, ji ber spîkirina bi milyonan dolaran hatin cezakirin.
Li Dadgeha Navendî ya Cezayan a Têkoşîna Dijî Gendeliyê, li ber ronahiya delîlan biryar hat dayîn.
Dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê da birêvebirê giştî yê berê Usame Husam Cewdet.
Her wiha 5 sal û mehek cezayê girtîgehê jî da hevjîna wî.
Ji xeynî cezayê girtîgehê, dadgehê biryar da ku ew bi giştî 32 milyar û 496 milyon û 107 hezar dînaran (nêzîkî 25 milyon dolaran) bidin xezîneya Îraqê.
12 milk li Tirkiyeyê ne
Bi biryara dadgehê, dest danîn ser hemû mal û milkên wan ên ku bi rêya gendeliyê hatine bidestxistin.
Lîsteya samanên ku dest dane ser wan wiha ye:
Li Tirkiyeyê 12, li Bexdayê 10 bi giştî 22 milkên luks.
Li bankên Tirkiye û Kuweytê hesabên ku pereyên zêde tê de ne.
Pereyên kaxez ên zêde û hemû dahata kirêyan a ji milkan.
Gelek zêr û zêrîn.
Ev biryar, li gorî madeya 36an a "Qanûna Têkoşîna Dijî Spîkirina Pereyan û Fînansekirina Terorê" ya hejmar 39 a sala 2015an hat dayîn.

.jpg&w=3840&q=75)

