Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku pêngava li dijî gendeliyê ya ku dest pê kiriye tenê qonaxa yekem e.
Elî Zeydî diyar kir ku ew rê nadin ti gendelkar bimîne da ku pereyên giştî bidize.
Her wiha di civîna Encumena Wezîran a Îraqê de biryar hat dayîn ku li ser şirketên petrolê yên biyanî ji sedî 35 bac were sepandin.
Encumena Wezîran a Îraqê şeva yekşemê bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî, civîna xwe ya asayî ya heştemîn kir.
Di civînê de gelek mijarên têkildarî rewşa welat, sektora enerjiyê, bac û niştecihkirinê hatin gotûbêjkirin û çend biryarên girîng hatin dayîn.
"Ti kes ne di ser qanûnê re ye"
Di destpêka civînê de Elî Zeydî anî zimên ku şerîeta hikûmeta wî di parastina berjewendiyên gelê Îraqê de ye û got:
“Ew pêngava ku me li dijî gendeliyê dest pê kiriye tenê qonaxa yekem e.
Hikûmet ji bo vegerandina pereyên giştî ji bo hemû parêzgehan dê têkoşîna li dijî gendeliyê bidomîne.
Di vê berpirsyariyê de çav li ti kesî nayê girtin."
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku êdî nayê qebûlkirin li hemberî rewşa heyî bêdengî were hilbijartin û li pey çû:
"Em gelê xwe dilrihet dikin ku li ser parastina pereyên giştî parêzvanên bingehîn û dilsoz hene.
Em rê nadin gendelkar di nav laşê dewletê de bin da ku samana feqîran û rewşa welat bi kar bînin. Çek û hêz jî dê tenê di destê dewletê de bin."
Zeydî bangî hemû dezgehên çavdêriyê kir û xwest ku her nîşan an jî kêmasiya derbarê gendeliyê li wezaretan hebe, yekser pêşkêş bikin da ku rêkarên qanûnî yên tund werin standin.
Dabînkirina 25 hezar megawatt elektrîkê
Serokwezîrê Îraqê li ser sektora xizmetguzariyan ragihand ku di çarçoveya "budceya bernameyan" de ji bo sala bê para sektora elektrîkê dê were zêdekirin.
Armanca hikûmetê ew e ku îsal ji bo dabînkirina 25 hezar megawatt elektrîkê peymanan îmze bike.
Bi vî awayî tê payîn ku sala bê rewşa tora niştimanî ya elektrîkê gelekî baştir bibe.
Her wiha di civînê de projeya "Milyonek parçe erdên niştecihkirinê" wekî projeyeke niştimanî û stratejîk hat pesendkirin.
Ev proje ji bo dabînkirina erd û binesaziya pêwîst li hemû parêzgehên Îraqê (ji xeynî Herêma Kurdistanê) hat amadekirin.
Ji bo vê yekê jî komîteyeke bilind a bi serokatiya Zeydî û endamtiya çend wezîran hat avakirin.
Ji bo şirketên petrolê yên biyanî ji sedî 35 bac
Encumena Wezîran a Îraqê di çarçoveya reformên darayî û aborî de pêşniyara Encumena Wezarî ya ji bo Aboriyê pesend kir.
Li gorî biryarê, “hemû şirketên petrolê yên biyanî û lixwegirên (mutehit) ku li Îraqê dixebitin, dikevin bin yasaya baca dahatê ya hejmara 19an a sala 2010an.”
Dîsa li gorî biryarê, “baceke bi rêjeya ji sedî 35 li ser hemû dahatên ku ew şirket li navxweya Îraqê bi dest dixin tê sepandin.”
Desteya Giştî ya Bacê hat pêbendkirin ku lîsteya navên wan şirketên ku hîn bacên xwe nedane ji Wezareta Petrolê re bişîne da ku mafên darayî yên dewletê werin vegerandin.
Her wiha biryar hat dayîn ku zanîngeh û peymangehên taybet bacên xwe bidin.
Eger di nava 4 mehan de baca xwe ya bingehîn bidin, ji sedî 100 ji ceza û faîzên darayî tên efûkirin.
Eger di 4 mehên duyem de bidin, ji sedî 50ê wan cezayan tên efûkirin.

.jpg&w=3840&q=75)

